Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran gefan li Hêzên Kurdî dixwe

16:14 - 22 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Binkeya Hemze Seyid El-şuheda a ser bi hêza bejahiyê ya Spaha pasdaran gef li dijberên xwe xwar, ku hekî bixwazin ewlehiya welat têk bidin, wê rastî bersivdaneke tund bên.

Li gora nûçegihaniyan, yek ji berpirsyarên vê binkeyê bas ji vê kiriye ku wan zanyariyên hewce derheq egea êrîşan li dijî binkeyên xwe hene, û hekî ew alî bixwazin êrîşan bikin ser me, emê heya binkeyên wan bikevin pey wan, û emê derbên dijwar li wan bixin.

Eva yekem car nine ku ew binkeya û berpirsyarên din ên herî payebilind gefan li PDKÎ û tevgera Rojhilata Kurdistanê dixwin, lê serbarê van gefxwarinan û serbarê vê ku wan berdewam Îran wekî hewşa xelwet ya Rojhilata Navîn bi nav kirine, lê çalakiyên pêşmergeyên PDKÎ û endam û alîgirên PDKÎ û piştevaniya xelkê Kurdistanê ji pêşmergeyan, bû sedema vê ku rejîm derbên gellek giran di van du salên dawiyê de bixwe, û hate selimandin ku ew hewşa xelweta ku rejîm meht û pesana wê dike, gellek bi hêsanî dikare derbê bixwe.

Ew derbexwarina hêzên rejîmê di demekê de ye ku hêşta jî PDKÎ biryara êrîşa li ser binkeyên rejîmê nedaye, û tenê di çarçoveya Rasanê û pêkvegirêdana xebata çiya û bajar û parastina rewa de kar kiriye.