Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Pêşmergên Bajar” emeliyatek encam dan

21:05 - 22 Tebax 2017

Kurdistanmedia: “Pêşmergên Bajar” di şerekî serkevtî de karîn ku hêzên rejîma dagîrker ya Îslamî a Îranê, têk bişkênin, û herwiha kirêgirtiyekî ser bi rejîmê jî gehandin cezaya kiryarên xwe.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera kurdistanmedia, desteyek ji “pêşmergên nav bajar” di roja Duşmî 21`ê Tebaxa 2017`an, demjimêr 9:30 deqan, li ser rêya gundê “Balagîr û Derbend” kemîn ji bo hêzên rejîmê danîn.

Nûçegîhanê malpera Kurdistanmedia ragehand ku, di encama danîna kemînekê ji aliyê “Pêşmergên Bajar” ve bo hêzên rejîma Îranê, kirêgirtiyek bi navê “Fetah Mamel” xelkê gundê “Dêşmes” a ser bi bajarê Şino kete kemîna hêzên pêşmergên nav bajar, û di encamê de jî ev qirêjxwar û xwefiroş gihîşte siza kiryarên xwe û Kurdistan ji leşê navbirî paqij bû.

Wî xwefiroşî çend sal bû ku ximeta rejîmê dikir, û dest di nerehetkirina hemwelatiyên vê deverê de hebû.

Herwiha wî kirêgirtiyê di şerê sala derbazbûyî yê Qereseqelê de jî beşdarî kiribû, û bêhurmetiyeke zor bi termên şehîdên Partiya Demokrat yên di vî şerî de şehîd bibûn, bi taybet termê şehîd Kemal Xizrî kiribû, û termê wî dabû ber gulleyan, daku nehê naskirin.

Di encamê de, destê tolhildana gel, navbirî gehande cezaya îxanetên wî, bona vê ku ew yek bibe dersek bo caş û kirêgirtiyên din jî, da ku dest ji îxanetkirin li dijî gelê xwe hilgirin, û tevlî rêzên gelê xwe bin.