Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Desteyek ji ciwanên şoreger tevlî refên pêşmergeyên Kurdistanê bûn

17:10 - 23 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Dewra 226 a destpêkî ya pêşmerge, li ser çiyayên kurdistanê dawî pê hat, û cejina taybet bi bidawîhatina dewrê jî, her di wî cihî de hate birêvebirin.

Li gora rapora nûçegîhanê Kurdsitanmedia, cejna destpêkî a dewreya pêşmerge bi beşdariya çend malbatên şehîdên Rasanê, roja Duşemî 21`ê Tebaxa 2017`an, li çiyayên Kurdistanê bi rê ve çû, û desteyek ji ciwanên şoreşger yên kurdistanê, kincên pîroz, yên pêşmerge li xwe kirin.

Ev rêûresma di destpêkê de, bi xwendina sirûda “Ey Reqîb” û deqeyek bêdengî ji bo rêzgirtin ji riha paqij a şehîdên kurdistanê dest pê kir.

Piştre Kawe Behramî endamê Komîteya Navendî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, peyama taybet bi rêûresma dewra destpêkî ya 226 a pêşmerge pêşkêşî beşdarên vê cejnê kir.

Navbirî di doma axavtinên xwe de, bas ji vê yekê kir ku, warê me Kurdistan e, û ji aliyê dagîrkeran ve hatiye dagîrkirin, û dibe em têkevin ava qonaxa êrîşkirinê de.

Piştre sirûda bi navê “Nabezim” ji aliyê beşdarên dewrê ve hat pêşkêşkirin.

Di beşeke din a vê rêûresmê de, rapora perwerdehiya dewra destpêkî ya 226 a pêşmerge ji aliyê Şoreş Ellaweysî mamostayê fêrgeha Komîsyona Perewede a PDKÎ ve hate pêşkêşkirin.

Piştre peyama dewra 226 ji aliyê yek ji beşdarên vê dewrê yê bi nave Mêhran Qehremanî ve hat xwendin.

Herwiha ji aliyekî din ve strana bi navê “Dil Diwxaze” ji aliyê Riza Mihemedî yek ji beşdarên vê dewrê ve hat pêşkêş kirin.

Herwiha di vê rêûresm de, çend kes ji beşdarên dewra destpêk a pêşmerge, yên ku di biyavên cur bi cur de pileya baş bidest xistibûn, hatin xelatkirin.

Ev rêûresm a bi pêşkêşkirina çend stranan ji aliyê beşdarên dewrê ve dawî pê hat.