Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka: Emê Pêşiya destêwerdana Îranê, di dewerê de bigrin

17:28 - 23 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Wezîrê Berevaniya Amerîkayê, li serdana xwe bo Îraq û Kurdistanê, digel berpirsên Îraqî û Herêma Kurdistanê civiya.

Li gora raportên belavbûyî, ‘’Cîmz Metîs‘’ Wezîrê Berevaniya Amerîkaê, roja Sêşemî rêkewt 31`ê Gelawêja 1396`an ya Rojî, serdana Îraqê kir, û digel berpirsên vî welatî,li ser çend pirsên, wek şerê DAÎŞ, û pişeroja Îraqê û kar û xebata havbeş, di navbera herdu aliyan de gotûbêj kir.

Di vê hevdîtinê de, Metîs, bas li wê kir û got: Hebûna Amerîkayê, di Îraqê de, bo pêşîgirtin ji destêwerdananên rêjîma terorîstî ya Îranê ye.

Derheq vê mijarê de, yek ji lêkolerên saziya “New American Security” bas ji vê dike û dibije, Amerîka di hewal vê yekê da ye ku piştî bidawîhatina şerê DAÎŞ`ê,hêzên xwe di welatê Îraqê de bi cî bihêle, û yek ji metisiyan ewe ye ku, arteşa Amerîkayê, digel hêza terorîstî ya Heşda Şe’bî berbirû bin.

Metîs di serdana xwe bo welatê Îraqê, serdana Herêma Kurdistanê jî kir û, digel berpirsên payebilind yên Herêma Kurdistanê civiya, û çend pirsên taybet bi rewşa navxweyî a Îraqê û derheq şerê terorê anîne ber bas.

Wezîrê Berevaniya Amerîkayê, di hevdîtina xwe de, digel Mes`ûd Barzanî, derheq pirsa referandomê peyivîn, û Barzanî got, referandom mijareke kesî (şexs) nine, jiber ku mafê gel e, û ew maf jî, digel çi pirensîpên mafê mirovan û demokrasiyê nakok nine, û bi tu şêweyekê arîseyan di şerê li dijî terorê de pêk nahîne.

Pêştir jî Barzanî di hevpeyvîna xwe de digel rojnameyeke bi navê ‘’`Ekaz‘’ ya Se`ûdî, bas ji vê kiribû ku, em dixwezin peywendiyên me digel Îranê ser bingeha cînaretiyeke baş û berjewendiya havbeş be, û em naxwezin ku çi aliyek destêwerdanan di kar û barê yektir da bikin.

Barzanî dibije ku, biryara me eşkere ye, em naxwazin digel Îranê bikevin nava rikeberiyê de, lê em nahêlin Îran hewşêweya Îraqê û Sûriyê, Lubnan, û Yemenê, dest bi ser Herêma Kurdistanê de bigre.

25`ê Îlona îsal, hembarî 3`ê Rezbera sala 1396`an ya Rojî, referandom li Herêma Kurdistanê wê bi rê ve biçe.