Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Danîna bûdcê ji bo kiryarên terorîstî di Îranê de, bû sebeba kêmbûna bûdcê

17:33 - 24 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Bi sebeba danîna ûdcê bo Spaha terorîstî a Quds, rejîma Îranê 38 hezar milyard tûmen bûdce kêm aniye.

Roja Çarşemî 23`ê Tebaxa 2017`an, “Nobext” berpirsê Saziya Bernane û Bûdce a rejîmê ragehand, ku 38 hezar milyard tûmen bûdce kêm hatiye.

Rejîma Îranê bûdca sala 2017`an li ser nirxa bermîlek neftê bi 50 “Dullar”î destnîşan kirinbû, lê belê niha neft di bazarên cîhanî de, bi 47 “Dullar” tê firotin.

Rejîm bi bê guhdan bi kêmbûna bûdcê û qeran (deynan), her sal bûdceyek zef ji bo berfirehkirina kiryarên terorîstî û piştgîriya girûpên terorîstî destnîşan dike, û heyamekê berî niha jî 2 hezar miliyard Tûmen bûdce ji bo Spaha terorîstî a Qudsê destnîşan kiribû.

Rejîma diwxaze ku kêm hatina bûdca xwe bixe ser milê hemwelatiyan û li rêiya zêde kirina parê av , telefon û gaz ev kêm hatina bodcê heta astekî qerebû bike.

Rejîma Îranê çend sale bi sebeba siyasetên xelet ên xweyên di asta navçê û navneteweyî de tûşî kirîzan bûiye,herwiha tûşî kêm hatina bûdce a her sal a rejîmê, hevwelatiyan tûşî nedarî û hejariyê kiriye.