Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

35 çekdarên ser bi rejîma Îranê di Sûriyê de hatin kuştin

14:50 - 25 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Raporên belavbûyî di ragehandinên Îranê de, bas ji anîna aliyê kêm termê 35 milîşên Efxan di sê hefteyên vê dawiyê de kiriye, ku di şerê Sûriyê de hatine kuştin.

Rûpela bi navê “rapora şer di Îraq û Sûriyê de” nivîsandiye, milîşên ku hatine kuştin, endamê tîpa Fatimiyon a Spaha Pasdaran a Îranê bûne, ku di van daviyane de, piraniya wan di navçeya Eltenef aliyê rojhilata Humsa Rojhilat û başûra Dêrelzorê hatine kuştin.

Li ser bingeha raporan, rêûresma veşartina van çekdarên Efxanî ên ser bi rejîma Îranê di gund û bajarên cur bi cur ên Îranê de bi rê ve çû.

Tîpa Fatimiyon, hêza milîşên ser bi Spaha Quds çiqa derveyî sînor a Spaha Pasdaran e, ku ji Şî`eyên Efxanî pêk hatiye. Niha ew girûp di bin fermandehiya keskeî bi navê Seyîd Mêhdî de bi rê ve diçe.

Rejîma Îranê bi dana pere û dana mafê nîştecîbûna di Îranê de, kesên Efxanî û Îraqî û Pakistanî radikêşe nava şerê di Sûriyê de.

Şerek ku ne tenê tu berjewendî û xêreke wê bo xelkê Îranê nine, belkû rejîma tenê bo dirêjkirina temenê xwe û berfirehkirina bazineya deshilata xwe vî şerî dike.