Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê Bercam binpê kiriye

21:31 - 26 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Televîzyona CNBS raporek belav kiriye, ku nîşan dide, Amerîka dixwaze biselmîne ku rejîma Îranê Bercam cîbicî nekiriye.

Li gora nûçegihaniyan nûnera Amerîkayê di NY de, tevî baskirina vê ku rejîma Îranê îzna lêgerîna ji navenda leşkerî a xwe nade, got: Bercamê tu cudahiyek nedaniye di navbera navendên leşkerî û xeyrî leşkerî de.

Vê dîplomata Amerîkayî ragehandiye: Hinek navendên ranegehandî di Îranê de hene, ku hêşta lêgerîna di van navendan de nehatiye kirin. Em Ajansê han didin da ku ji hemû deshilata xwe di bercamê de mifahê wergire.

Ragehandinên giştî pêştir jî nûçeyeke weha belav kiribûn ku balyoza Amerîkayê di NY de, daxwaza lêgerîna ji navendên leşkerî di Îranê de kiribû.

Malperên Ruydad di Tehranê de jî qala vê yekê kiriye û nivîsandiye: Dijberî û pêkanîna astengiyan li ser riya Bercamê ketiye nava faza piratîkê de. Hekî serkomarê Amerîkayê heya niha di nava derdora xwe û şêvirmendên xwe de kesek nedidît ku bi awayekî cidî Bercamê bike armanc, lê niha Nêkî Hêlî pêngavên wisa hilgirtine, û tiliya xwe li ser van xalan daniye ku zêdetirîn hestiyarî li ser hebûye. Parçîn ji aliyekî ve, û lêgerîna ji navendên leşkerî yan destpêregihîştina bi zanyariyan di vê derheqê de leyîzeke hestiyar e.

Di heman demê de hinek ji karnasên navneteweyî jî gotine, ku Ajansa Navneteweyî a enirjiya etomî dibe destê wê bigihîje navenda leşkerî ya Parçînê.

Birêveberê navenda zanist û ewlehiya navneteweyî, û cihgirê pêşîn ê Ajansa Etomî û sê karnasên din di raporekê nivîsandin ku Ajansa Navneteweyî a Etomî alavên tewaw û hewce li ber dest de nînin ku lêkolînê bikin derheq egera binpêkirina Bercamê ji aliyê Îranê ve.

Wekî dijkiryarek, Wilayetî şêvirmendê payebilind ê Xamineyî jî ragehandiye ku bi tu awayî nahêlin ku Amerîkayî serdana navendên wna ê leşkerî bikin.