Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Pêşmergeyên Bajar” li bajarê Seqizê, civînek ji xelkê re pêk anîn

21:51 - 26 Tebax 2017

Kurdistanmedia: “Pêşmergeyên Bajar” li bajarê Seqizê civînek ji xelkê geştiyar û rêbwar re pêk anîn, û tevî xwendina gotarekê daxwaz ji xelkê kirin, ku bi hemû awayekî pişta Rasanê bigrin.

Li gora nûçeya ku gihaye malpera Kurdistanmedia, demjimêr 4:30 deqeyan a piştînîvro ya roja Îranê 3ê Xermananê li nêzî gundê Kanî Niyaz li 5 km ya bajarê seqizê û li nêzî riya serekî, “Pêşmergeyên Bajar” bi hildana alaya Kurdistanê civînek ji xelkê re pêk anîn ku tê d edaxwaz ji wna kirin pişta Rasanê bigrin, û tevlî refên PDKÎ bin.

Di dawiyê de, dema ku ew hatin agehdarkirin ku hêzên rejîmê be rbi cihê civînê ve diçin, bona xweparastina ji şer û pevçûnan û parastina xelkê, ew der bi cih hêlan, û xelkê jî nehêlan ku ew ala bikeve dest wan de.

Hêzên rejîmê piştre ew der xistin bin çavdêriya xwe de. Ew karê “Pêşmergeyên Bajar” bû cihê kêfxweşiya xelkê herêmê.