Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pîlana nû a rejîma Îranê, di Yemenê de eşkere bû

21:59 - 26 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê dixwaze ku desthilata welatê Yemenê bixe jêr destê girûpeke taybet de.

“El-Mexlafî” Wezîrê Karê Derve yê welatê Yemenê, di gotûbêjekê de, digel televîzyona “El-Erebiye” de gotiye ku: Rejîma Îranê bi vê hêviyê ye ku firqeyek di Yemenê de, bike desthilatdar, herwiha çeteyên xwe jî di cihê artêşa wî welatî dabinê.

Herwiha El-Mexlafî gotiye ku: Rewşeke nebaş û xirab a mirovî di Yemenê de çê bûye, û tawanbarê serekî jî Hûsiyên wî welatî ne.

Navbirî herwiha tekez kir ku rejîma Îranê beşek e ji pirsgirêkên Yemenê, ne çareserkera pirsgirêkan.

Her di vê derheqê de, roja Înê 25`ê Tebaxa 2017`an, “Samer-Elsubhan” Wezîrê Rêniwîniyê yê Erebistanê yê kar û barê Kenavê, di twittera xwe de nivîsiye: Ragirtina balansa deverê bi vê wateyê nine ku îzn bidin rejîma Îranê dest bi ser welatekî Erebî de bigire.

Herwiha serkomarê Yemenê, di demên derbazbûyî de jî ragehandibû ku: Rê nadin daku dewletekî Fars di Yemenê de bê avakirin.

Di sala 2015`an de Husiyên Yemenê, karîn bi piştgîriya rejîma Îranê kontrola bajarê Sen`ayê bixin destê xwe de, û her eva jî bû sedema şer û aloziyan di Yemenê de, heta vê demê jî ev şerê wêranker her dom heye.

Rejîma Îranê, bi bê guhdan bi xelkê sivîl û wêranbûna bajaran, berdewam piştgîriya leşkerî û malî a Hûsiyan di Yemenê de dike, û herwiha destêwerdanên xwe di kar û barên deverê de berfirehtir dike.