Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya ‘’YZAKΑ’ derheq bûyera nexwastî ye devera Balekayetiyê

21:09 - 27 Tebax 2017

Kurdistanmedia: YZAKÎ (Yekîtiya Zanayên Ayînî ên Kurdistana Îranê), derheq bûyera nexwastî ya devera Balekeyetiyê, daxuyaniyek da weşandin, û xem û dilgiraniya xwe derheq vê bûyerê de nîşan da.


Deqa daxuaniyê:

الفتنۃ اشد من القتل

Civatên xelkê Kurdistanê!

Welatiyên xweragir!

Part û aliyên siyasî û mamostayên ayînî ên nîştimanperwer!


Mixabin Roja Înê, 3`ê Xermanana sala 1396`an ya Rojî, bi sedema şer û pevçûneke nexwastî, di navbera partiyeke siyasî ya Rojhelata kurdistanê, û komek ji ciwanên gundê ‘’Gundejor‘’ a ser bi devera Balekayetiyê (Çoman), mixabin di encamê de, du kes ji welatiyan şehîd bûn.

YZAKÎ tevî xem û dilgiraniya xwe derheq vê bûyerê, pirse û sersaxiya xwe pêşkêş bi malbata şehîdan dike, û hêviya leşsaxî û silamtiyê bo birîndarên vê bûyerê li yezdanê mezin dixwaze, û daxwazê ji hemû aliyan û mamostayên ayînî û xelkê hişyar ê deverê dike ku, xweragir bin, û derfetê nedin bona aloziyan, ku bibe derfetek bo dijminên gelê me, ku bikaribin ji ava şêlû masiyan bigrin.

Erkê li ser milên her mamostayekî ayînî û kesayetiyan e, ku pêka `emr û şîretên Xwedayê mezin, ku kerem dike: (انماالمۇمنین اخوۃ فاصلحوا بین اخویکم) hewla xwe bidin ta ku vê kirîz û aloziyan hêwir û aram bikin, kar bikin, û di heman demê de, daxwazê ji Herêma Kurdistanê dikin, ku berpirsyarane hewl bidin, û rêgiriyê ji her bûyereke nexwestî bikin, û bila yasa bo hemû aliyekî serwer be.

والسلام علیکم ورحمۃاللە وبرکاتە

YZAKÎ

04/06/1396