Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Manoreke Spaha Pasdaran li çiyayê Şaho bû sedema kuştina kesekî

21:13 - 27 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Endamekî Spaha Pasdaran di dema manora leşkerî de, bi sedema teqîna narincokekê birîndar bû, û piştî nêzî 20 rojan di nexweşxanê de jiyana xwe ji dest da.

Li gora nûçeya ku gihaye malpera Kurdistanmedia, roja derbazbûyî 4`ê Xermananê yek ji endamên Spaha Pasdaran di dema birêvebirina manora leşkerî di gundên Kaşter û Tengîwer a ser bi bajarê Kamyaranê de birîndar bû.

Nûçegihanê Kurdistanmedia li bajarê Kamyaranê, nasnameya vî endamê Spaha Pasdaran Teymûr Hudhudî ragehandiye.

Nûçeya gihîştî bi Kurdistanmeda, bas ji vê dike, ku ew endamê Spaha Pasdaran, 18 rojan berî wê demê, bi sedema teqîna narincokekê digel kesekî din birîndar dibin.

Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê, di roja 16`ê Gelawêjê nûçeyek kiriye, ku Spaha Pasdaran bi hêceta hebûna hêza hizbên Kurdî ên opozisyona hikûmeta Îslamiya Îranê, hewla topbarankirina çiyayê Şaho daye.

Vê çavkaniyê herwisa ragehand ku Spaha Pasdaran di gundên Kaşter û Tengîwer a ser bi bajarê Kayaranê dest kiriye bi topbarankirin û şewitandina çêrgehên çiyayê Şaho.