Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îtaliyayê derhînerekî kurd, baştirîn xelata dêkyomêntî bi dest xist

21:55 - 27 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Berhema derhînerekî Kurd, xelata baştirîn dêkyomênta kurt di beşa navdewletî a festîvala Lukaniya a Îtaliyayê bi dest xist.

Li gora raporên belavbûyî, berhema dêkyomêntî a bi navê “Li tenêşta min” ji derhînan û nivîskariya Zaniyar Mihemedî Nikû xelata baştirîn dêkyomênta kurt a beşa navdewletî a festîvala Lukaniya a welatê Îtaliyayê bi dest xist.

Ev dêkyomênta 6 deqeyî, ji aliyê vî derhînerê kurd ve hatiye çêkirin.

Herwiha vê dêkyomênta di demên derbazbûyî de jî, di festîval “CSFF” a Amerîkî de jî, xelat wergirtbû.

Zaniyar Mihemedî Nîko di sala 1372`an li bajarê Bokanê hatiye dinê, û karnas û mamostayê werzişê ye.

Navbirî di sala 1392`an, bi çêkirina kurte fîlmeke bi navê Weke zindiyekê karê xwe bi awayekî pirofişinal dest pê kiriye, û piştî vê dêkyomênta Li tenişta min kurte fîlmeke din a bi navê Bîreweriyên min ên biherî (Xatiratê Giliyê Men) çêkiribû.