Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piraniya Mu`itadan di Tehranê de ne

15:32 - 28 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Li gora serjimêriyan, rojane 1 heya 1.5 ton mewada muxedir di Tehranê de dibe dûkel.

Sekreterê Civata Hevahengiya Xebata Li Dijî Madeyên Hişber a Tehranê amara mu`itadan di Tehranê de belav kir, û hûrdekariyên rojane derheq bikaranîna mewadên hişber belav kiriye.

Elî Esedî, di gotûbêja digel Tesnîmê tevî îşarekirian bi hejmara mu`itadan di Tehranê de ragehand: Li ser bingeha lêkolîma herî nû, di nava 2 milyon û 800 hezar kesên mu`itad de, heşîmeta mu`itadan di Tehranê de, ji sedî 2-3 a hemû nifûsa mu`itad ya Îranê de ye.

Navbirî îşare bi vê kir ku herçend amareke rast derbarê rêjeya mu`itadan di Îranê de li ber dest de nine, lê bi awayekî navgîn hekî mezaxtina rojane a her mu`itadekê 1 heya 2 gm be, wê demê bi hêsanî derdikeve ku di Tehranê de rojane çiqas mewad tê kêşan.

Sekreterê Civata Hevahengiya Xebata Li Dijî Madeyên Hişber a Tehranê di dawiyê de ragehandiye ku nifûsa mu`itadan di Tehranê de di navbera 560-840 hezar kesî ye, û eva di demekê de ye, rojane 1-1.5 ton madeyên işber di Tehranê de dibe dûkel.

Hêjayî basê ye ku tenê di dema weşandina amaran de eşkere dibe, ku hejmara mu`itadan di Tehranê û bajarên din de gellek zêdetir e ji Kurdistanê, lê eva rejîma Îranê ye ku bi siyasetên xwe yên nerats û çewt wisa di bîr û raya giştî de nîşan dide, ku eva Kurdistan e ku bûye navenda bikaranîna madeyên hişber.