Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Tirkiyê de ajotvanek li ser bikaranîna peyva “Kurdistan” hate girtin

16:20 - 28 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Ajotvanekî 47 salî ê Kurd di Tirkiyê de seba lixwekirina kirasekî ku li ser wê hatibû nivîsandin “Kurdistan”, bi tawana Piropagendeya jib o terorîzmê hate destbiserkirin.

Navê wî ajotvanê Kurd, Mehmûd Qehreman xelkê Agiryê hatiye ragehandin.

Di havîna îsal de, di parlementoya Tirkiyê de, yasayek hate pejirandin, ku her kes peyva Kurdistan û paytexta Kurdistan bi kar bîne, karekî ne yasayî encam dide, û dikarin wî kesî bi dana perê kaş (neqdî) ceza bikin.

Eva di demekê de ye ku di sala 2013`an de, Dadgeha Bilind a Tirkiyê îzin dabû ku malbatek navê zaroka xwe danên “Kurdistan”.

Di dawiya sala 2013`an de jî, peyva “Kurdistan” ji aliyê BDP`ê ve ketibû nava reşnivîsa bûdceya sala 2014`an de, lê piştre bi hêceta nakokiya wê digel yasaya bingehîn hatibû derxistin.

Li ser bikaranîna peyva “Kurdistan” di Tirkiyê de gellek nakokî hene, û heya carekê li ser vê ku Erdoxan peyva “Kurdistan” bo Herêma Kurdistanê bi kar anîbû, ratsî gellek rexneyan hatibû.

Destbiserkirina ajaotvanekî Kurd li ser bikaranîna peyva “Kurdistan” di demekê de ye, ku niha partiyên Kurdistana Bakûr peyva “Kurdistan” bo navê partiyên xwe bi kar tînin, û ew jî serbarê wê ye ku li gora destûrê nabe bi kar bînin.

Hêjayî basê ye ku di meha Nîsana îsal de jî, li parêzgeha Bursa ya Tirkiyê, xortekî Kurd ji ber lixwekirina kirasekê ku li ser wê, peyva “Kurdistan” hatibû nivîsandin, hatibû girtin.Ew jî di roja referandoma ji bo guhertina 18 madeyên destûra Tirkiyê de bû.