Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şorayên bajaran: Dengê xelkê ji bo hilbijartinan girîng nînin

22:23 - 28 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Şorayên Îslamî yên rejîma Îranê, li gora sîstema gendeliyê a Îranê, yek ji wan navendên diziyê ye, ku ne tenê pirsgirêkên bajaran çareser nake, belku pirsgirêkên siyasî û civakî yên bajaran berfirehtir dikin.

Weliyolla Rostemînjad şorayê bajarê Xuremava di girte vîdoyekê de, bas ji gendeliyên şêvra bajarê Xuremavayê dike, û dibêje ku: Ev hinde ku şora bîr ji berîka xwe dikin bîr ji xelkê bajar nakin, û fikrek ji bo sîstema birêvebirina bajar nakin.

Rostemînija di vê girteya vîdoyî de dibêje ku: Dema ku ez hatme hilbijartin û min gellek hewl dan daku kar û barên xwe rê bixim, lê belê nûnerên din min li bazina xwe de derkirin, û dema ku ez îşare bi vê yekê dikim ku ez nûnerê xelkê me, û dengê yekem bi dest xistiye, ev di bersiva min de dibêjin ku: Dengê xelkê bo me girîng nine.

Li gora raporên belavbûyî, Şêvra bajar û gundên Îranê bûye cihê gendeliyê û dizîkirinê, û ev gendeliyane ev hinde zef in ku xeyrî şorayan, cihê pencê berpirsên din yên rejîmê jî di nav de diyare.

Şorayên bajar û gundan desthilateke siyasî û aborî ji bo xizmetkirin ji xelkê re tûnin, û belku zeftir ji bo xizmetkirina ji xwe re başdarê hilbijartinan dibin.

Dagîrkirina zevî û zarên bê xwdî di cihên girîng yên bajaran de yek ji wan gendeliyên endamên şorayan e.