Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

%70 a bêkaran ji texa ciwanan in

15:33 - 29 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Di Îranê de, niha nêzî %70 a bêkaran ji texa ciwanan in, û heyama bêkariya nîva wan jî, zêdetir ji 2 salan e.

Resûl Sadiqî alîkarê biyavê lêkolîna navenda li ser nifûsa welat serbarê vê ku bas ji asta bêkariyê di nava ciwanên welat de kiriye, di heman demê de jî, ragehandiye ku temenzê zewacê di nava ciwanan de jêhel çûye, û di sala 1390`î de, nêzî %40 ji nifûsa kur, heya temenê 30 saliyê jî nekarîne bizewicin.

Her di vê derheqê de navbirî bas ji vê kiriye ku rewşa hemû parêzgehan di vê derheqê de ne wekhev e. Li gora gotina navbirî bêkarî û nebûna ewlehiya şuxlî astenga herî sereke ye li ser riya zewacê, û ragehand: Ji bo keçan gellek girîng e ku berî zewacê, bîr ji jiyana hevbeş bi kesekî re bikin ku kar hebe.

Di hinek yasa û layiheyên pesendkirî ên meclisê de hatiye ku dibe derfeta kar destpêkê bo kesên zewackirî hebe, lê ew yasa dibe sedem ku girîngî bi texa ciwan nehê dayîn, û roj bi roj rêjeya bêkariyê zêde be, û bibe kêşeyeke cidî li ser riya zewacê.