Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yehya El-senwar: Rejîma Îranê mezintirîn piştevanê gurdanên Izedîn Qesam e

15:48 - 29 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Yehya El-senwar, berpirsê tevgera Hemas li kertê Xezeyê bas ji baştirbûna pêwendiyên xwe digel rejîma Îranê kiriye, û ragehandiye: Îran mezintirîn piştevanê çiqa leşkerî ya vê girûpê ye.

Li gora rapora Royterzê, Yehya El-senwar di gotûbêja bi nûçegihanan re ragehand: Pêwendiyên me digel Îranê gellek baş in, û Îran meztirîn piştevanê gurdanên El-qesam di warê malî û leşkerî de ye.

Li gora rapora Royterzê, ne Îran û ne jî Hemas biyavên alîkariyên Tehranê, digel vê girûpê bas nakin, lê dîplomat li ser vê baweriyê ne, ku rejîma Îranê di van salên dawiyê de gellek alîkariya leşkerî bi Hemasê kiriye.

Yehya El-senwar di meha Şibata sala 2017`an de, bûye rêberê Hemasê di kertê Xezê de. Ji sala 2007`an ve, dema ku kertê Xeze kete dest Hemasê, sê caran digel Îsraîlê şer kiriye.

Du mehan berî niha Qasim Silêmanî fermansê Hêza Quds a Spaha Pasdaran di peyamekê de bo Îsma`îl Henye serokê nû ê Deftera Siyasî ya Hemasê û Yehya El-senwar rêberê Hemasê di kertê Xeze de nivîsand. Bi baweriya me, dibe em pêwendiyên xwe bihêz bikin, digel hevalên xwe di nava Hemasê de, ku hevalbendê xeta berxwedanê ne.