Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsa Kelanterî: Dibe em ji pisporên derekî bo baştirkirina rewşa navxwe ya xwe mifahê wergirin

20:25 - 31 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Îsa Kelanterî serokê Saziya Parastina Jîngehê di Civata Av û Xak ya parêzgeha Kirmaşanê de, tevî şirovekirina rewşa giştî ya welat, mezaxtin û bikaranîna zêde ji qasê ya avê bi tundî rexne kir, û daxwaza mifahwergirtina ji çavkaniyên derekî bona dijberîkirina digel lawaziya pisporên navxweyî ên beşa cotyariyê kir.

Wî bas ji karên bê bername ên hikûmetê û diyarîkirina 50 hezar hektar ji gulxaneyan kir, ku bi gotina navbirî du hemberî terhê karesatbar ê Meskena Mêhr a Ehmedînijad wê zirarê li me bide.

Bêy navbirina ji rewşa xirap ya malî ku her sal ji berê xiraptir dibe navbirî got, hekî me iskinas çap nekiriban me nedikarî em hiqûqê karmendên xwe jî bidin. Heta me di van heyvên dawiyê de nekarî hiqûqê karsazên hêzên çekdar û mamostayan û xanenişînan jî bidin.

Navbirî yek ji riyên derketina hikûmetê ji vê kirîzê, wergirtina alîkariyên malî û fenî ji derve nav bir, di demekê de, ku bendkê navka malî ya dewletê girêdayî ye bi cîbicîkirina lihevkirina etomî, ku dewleta Amerîka her sê mehan carekê dikare wê qut bike.

Nerazîbûna ji dest nizamê gihîştiye astekê ku kesekî wekî Sadiq Xerazî ku çend salan rawêjkarê Mihemed Xatemî bû, radigehîne ku di Tehranê de zêdetir ji yek milyon jinên bêserperst hene, û xisarên civakî jî berçav in.

Piştre navbirî bas ji vê dike ku rewşa niha wekî rewşa serdema şorewiay Pêşîn di dehka 90`î ya Zayînî de ye.

Şorewî di demekê de ji hev belav bû, ku di ware çêkirina bombya navikî de pêş Amerîkayê diket, û şanazî bi teknolojiya xwe ya mûşekî dikir, lê me dît ku qedera wê çi bi ser hat.