Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ û PKK li hev civiyan

21:56 - 31 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Heyeteke KCK`ê serdana Deftera Siyasî ya PDKÎ kir, û ji aliyê PDKÎ ve hate pêşwazîkirin.

Roja Çarşemiyê 8`ê Xermananê heyeteke Deftera Siyasî ya KCK`ê bi serperestiya Serhet Warto berdevkê PKK û endamê rêberî û berpirsê dîplomasiya PKK`ê serdana Deftera Siyasî a PDKÎ kir û ji aliyê heyeteke hizbê ve bi serperestiya Mihemednezîf Qadirî endamê Deftera Siyasî ya hizbê ve pêşwazî jê hate kirin.

Di civîneke dostane de, Qadirî şiroveyeke siyasî li ser rewşa siyasî û dakişana Komara Îslamî ya Îranê, û rola nîgatîv di navçeyê de, û hewldan bo pêkanîna ajaweyê û herwisa bihêzkirina girûp û aliyên tundrev ên navçeyê bo mebesta taybetî kir.

civîna fermandarê hêzên çekdar ên Komara Îslamî û Tirkiyê û hewla hevbeş ya her du aliyan li ser Kurd tewereke din ya rûniştina di navbera PKK û PDKÎ bû, piştre Serhet Warto tevî piştrastkirina lêkdanewe û lênihêrînên PDKÎ li ser komdengiya zêdetir û bihêzbûna Kurd di her du beşan de, dîtingeha PKK bas kir, û ragehand ku ew metirsiyên ku egera wan heye, nabe em kêm bigrin.

Hêjayî basê ye ku di vê civînê de, çendîn pirsên pêwendîdar bi her du aliyan ketin ber bas, û pêdagirî li ser pêwendiya qahîm û dostane ya di navbera PDKÎ û PKK hate kirin. Piştre kongireyeke rojnamevanî ji aliyê Mihemednezîf Qdirî û Serhet Warto ve bo kanalên ragehandinê hate sazkirin, û li ser derfetan û metirsiyên li pêşberî Kurdên her du beşan axavtin hate kirin, û her du aliyan berhevdan û boçûna xwe li ser pirsa neteweyî a Kurd xistin ber bas.