Kurdistanmedia: Du çalakên mafê mirovan ragehandine ku dibe navekê li ser kuştarên bikom ji aliyê rejîma Îranê ve bê danîn, û destepeyva Holokasta Şî`e (wate holokastek ku ji aliyê Şî`eyan ve hatiye encamdan) baştir e.
Dr. Mihemed Melikî û Dr. Mihemed Nûrîzad, nameyek ji sekreterê giştî ê NY û ji Asime Cehangîr raporthinêra taybet a Mafê Mirovan a NY bo karûbarên Îranê re şandine, û tê de daxwaz kirine ku ji kuştara dehka 60`î di Îranê de, wekî Holokasta Şî`e di Îranê de nav bibin, û hewce ye ku seranên rejîma Îranê di navendên hiqûqî û navneteweyeî de bikêşin dadgehê.
Her di vê derheqê de hinek ji çalakên siyasî rêz ji vê boçûnê girtine, û ragehandine ku bi raya me, di cihê destepeyva Holokasta Şî`e ku têgihîştina wê û şiroveya wê dikare bi şêweyên curbicur be, Destepeyva Holokasta Komara Îslamî bi kar bibin, ji berku hemû Şî`eyek razî bi vê kuştarê nebûye.
Kuştara dehka 60`î di Îranê de, gellek hovane bû, û bi hezaran kesên bêguneh tenê li ser hebûna baweriyên xwe ên mesebî û siyasî hatin îdam û gullebarankirin, ew jî ji aliyê wan deshilatdarên ku bi navê Îslamê ew cinayet kirin.