Kurdistanmedia: Piştî vê ku du kolber bi teqeya rasterast ya hêzên çekdar ên rejîma Îranê hatin kuştin, û xelkê Banê jî li dijî vê kiryara hovane ya hêzên rejîma Îranê serî rakirin, gellek hizb û rêkxiraw û navendên parêzerê mafê mirovan piştgirî dane vê hereketa nerazî ya xelkê serhildêr ê Banê. Her di vê derheqê de Partiya Sosyalîst a Kurdistanê jî yek ji wan partiyên Kurdistana Bakûr e ku daxuyaniyek di vê derheqê de weşandiye.
Deqa daxuyaniyê weha ye:
Dengê Xwe Diji Zordariya Rejîma Komara Îslamiya Îranê Bilind Bike
Demekê dûr û dirêj e ku hêzên ewlekariyên Îranê li ser tixubûn Başûr û Rojhilat “kolberên” kurd yên ku bi pişta xwe kel û pelan dibine Başûr, û ji Başûrê ji dibine Rojhilat, dikuje û birîndar dike.
Du roj berê ji Pasdarên İranê du kolberên dinê kuştin, ku xalkê Bane bûn.
Ji bona rexnekirina kuştina kolberan, Xalkê Banê li ber fermandariya vî bajarî kom bûn, û dengê xwe li dijî kuştina kolberan bilind kirin.
Karbidestên rejima Îslamiya İranê, şûna ku guhê xwe bidin gel, û daxwaza wan cî be cî bikin, bi tundî êrîşî ser wan dikin.Pasdar û hêzên ewlekariyê yên rejimê jî êrîş kirine ser gel. Di encama êrîşa hanê bi dehan xwepeşander birîndar bûn, û bi dehan kes jî hatine destbiserkirin.
Gelê Bane jî bi daxistina dukan û bazarê, bersiva êrîşa rejimê dan.
Tê gotin, ku li bajar û bajarokên dinê yên Kurdistana Rojhilat jî, xelk hem piştgiriya xelkê Banê dikin, û him jî li hemberî kustina kolberan derdikevine kolanan, û dikanên xwe digrin.
Xepêşandana xelkê Banê berdewamiya xebata gelê me li Kurdistana Rojhilat e.
Em carekî dinê êrîşa Pasdarên rejîma Îslamiya Îranê bo ser gelê sivîl mehkûm dikin, û carekî dinê piştgiriya xwe ji xebata gelê Kurdistana Rojhilat ji bona azadî û demokrasiyê radigihînin.
Em banga hêzên welatparêzên Kurdistana Rojhilat dikin, ku hevkariya xwe xurttir bikin.
Em banga NY, dewletên Rojava û rêxistinên mirovdost dikin, ku derheqê êrîşa rejîma Îranê bêdeng nemînin û piştgiriya gelê Kurdistana Rojhilat bikin.
Partiya Sosyalîst A Kurdistan-PSK
05`ê Îlon 2017`an