Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bajarê Banê milîtarîze kiriye

22:15 - 6 Îlon 2017

Kurdistanmdia: Berpirsên rejîma Îranê di bajarê Banê de, bi awayekî tund rewşa hatin û cûyîna hemwelatiyan xistine jêr çavdêriya xwe de.

Li gora nûçeya gihîştî malpera Kurdistanmedia, piştî girevê, hemwelatiyên bajarê Banê çûne ser şeqaman, û li dijî berpirs û navendên ewlehiyê ên rejîmê, diruşm dan, û cinayetên hêzên leşkerî yên rejîmê şermezar kirin, û berpirsên rejîmê jî gefan li hemwelatiyên wî bajarî dixwin, û rewşa awarte ragehandiye û herêm militarize kiriye.

Nûçegihanê malpera Kurdistanmedia di vê derheqê de ragehandiye ku, avahiya fermandariya bajarê Bane, bi berbestan pêşiya wê girtine, û rê bi hatin û çûyîna xelkê, ji rêya şeqama fermandariyê re nahê daîn.

Herwiha deriyê fermandariyê jî hatiye şikênandin, û xwenîşanderan du kiyoskên pasebaniyê jî agir berdanê.
Herwiha tevî vê yekê jî dezgeh û navendên ewlehiyê yên rejîmê, berpirsên pirraniya navendên medyaî, girûp, kanal û torên civakî, ji bo Îdareya Îtila`ata bajarê Banê gazî kirine, û azar û eziyeta wan kirine.

Nûçegihanê malpera Kurdsitanmedia herwiha ragehandiye ku, hêla înternêta bajarê Banê û deverên derdora wê hatine qutkirin.

Hêjayî basê ye ku, di doma rewşa awarte a bajarê Banê de, berpirsên rejîma Îranê, beşa hewarhatina nexweşxaneya wî bajarî jî daxsitine, lê belê girev her dom heye.

Herwiha ji tirsa xelkê Kurdistana Rojhilat û xwenîşanderên roja derbazbûyî, fermandariya bajarê Merîwanê hemû saziyên sivîl gazî kirine, û ji wan daxwaz kiriye da ku bi tu awayekî di vê girevê de beşdar nebin, û hindek sozên weke danîna peykera mamosta Qanê`i, û herwiha soza nedanîna tu berbestekê ji wan re bo birêvebirina kongire û sêmînaran daye.