Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê hatûçûna caşan qedexe kir

20:25 - 10 Îlon 2017

Kurdistanmedia: Berpirsyarên rejîma Îranê li Kurdistanê ji tirsa canê xwe di biryarekê de, daxwaz ji caş û kirêgirtiyan kir ku hatûçûna derveyî bajaran nekin.

Li gora nûçeya gihîştî bi malpera Kurdistanmedia, berpirsyarên dezgeh û navendên ewlehî û leşkerî ên rejîma Îranê di biryarekê de daxwaz ji hemû kirêgirtiyên xwe kirin bona vê ku canê wan nekeve metirsiyê de, ji bajaran dernekevin.

Nûçegihanê malpera Kurdistamedia di vê derheqê de rahgehand: Li bajarê Serdeştê bi awayekî fermî bi caşan ragehandine ku ji bajaran dernekevin, da ku canê we parastî be.

Nûçegihanê malpera Kurdistanmedia di vê derheqê de bi malpera Kurdistanmedia ragehand ku berpirsyarên rejîma Îranê sedema dana biryareke weha vedigerînin bo hebûna hêza pêşmerge di navçê û navxwe ya Kurdistanê de.

Piştî destpêkirina xebata nû ya PDKÎ li Kurdistana Rojhilat û çalakiyên pêşmerge di navxwe ya welat, rejîm bi awayekî tund çavdêriya xelkê dike, û gund û bajaran milîtarîze dike.