Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetiyekî naskirî li bajarê Şinoyê koça dawiyê kir

21:10 - 11 Îlon 2017

Kurdistanmedia: Endamekî çalak ê PDKÎ xelkê gundê Sofiyanê koça dawiyê kir.

Li gora nûçeya ku gihaye malpera Kurdistanmedia, Hacî Rehîm Qeyteran kurê Hacî Elî xelkê gundê Sofiyan a ser bi bajarê Şinoyê roja Şemiyê 18`ê Xermananê di temenê 77 saliyê de koça dawiyê kir.

Hacî Rehîm di malbateke welatparêz de ji dayîk bûye.

Navbirî kesayteiyekî civakî, xweşnav, û mirovekî cihê hurmetê û cihê baweriya xelkê û endamekî dilsoj û bibîr û bawer bû.

Navbirî piştî serkevtina şoreşa gelên Îranê û destpêkirina tekoşîna eşkere ya hizbê, bû endamê PDKÎ, û ji wê demê ve qet ji hizbê neveqetiya. Di hemû qonaxekê de, berdewam pêwendî bi hizbê ve girt, û şanazî dikir ku endamê hizbê ye, û hêviya wê ew bû ku Rojhilata Kurdistanê bi azadî bibîne, ku mixabin koça dawiyê ya wî ew hêvî di dilê wî de hêşt.

PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat û xizm û kes û karê navbirî, û xwe şirîkê xema wan dizane.