Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê Bokanê milîtarîzetir dike

21:13 - 11 Îlon 2017

Kurdistanmedia: Berpirsyarên rejîma Îranê ji tirsê berdewamiya nerazîbûna xelkê Kurdistanê, hêzeke zêde dişînin Bokanê.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera Kurdistanmedia, berpirsyarên rejîma Îranê roja Înê 17`ê Xermananê bo serkuta xelkê Bokanê hêzeke zêde şandine wir, jiber ku ji egera berfirehbûna meşên xelkê ditirsin.

Nûçegihanê malpera Kurdistanmedia di vê derheqê de, bas ji vê kiriye, ku gellek wesayitên taybet bi avêtina gaza rondikrêj û ên ku şûşeyên wan tarî bûn, şandine Bokanê.

Li gora vê raporê ew hêza rejîmê demjimêr 11`ê pêşnîvroya roja Înê ji riya Miyandoav-Bokanê ve ber bi Bokanê hatin şandin.

Li gora raporan, ji tirsê serhildanên giştî, rejîm hewl dide ku çavdêriyeke hûr û tund ya Kurdistanê bike.