Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Konseya ewlekariya NY deng da biryarnameya nû ya Kureya Bakûr

15:36 - 12 Îlon 2017

Kurdistanmedia: Konseya Ewlekariya NY roja Duşemiyê biryarnameyeke nû li dijî rejîma Kureya Bakur bi piraniya dengan pesend kir. Hemû endamên wê dengê erê dane biryarnameya pêşniyarî ya Amerîkayê.

Li ser bingeha vê biryarnamê tehrîmên tundtir bi ser Kureya Bakûr de, bi sedema programa navikî û testkirina mûşekî hatin sepandin.

Nîkî Hêlî balyoza Amerîkayê li NY de, piştî pejirandina biryarnameyê ragehand: Îro rojê civaka navneteweyî nîşan da ku bernameya navikî ya Kureya Bakûr ji aliyê wan ve nahê qebûlkirin, û hekî ew welat nexwaze vê pirsê bi dawî bîne, civaka cîhanî wê dest bi kar be.

Nîkî Hîlî got ku cîhan li pey şer digel Kureya Bakûr nine, û ew welat hêşta negihîştiye nuqteya dawiyê, û hekî bixwaze wê îmkana gotûbêjan hebe.

Nûnerê Japonê jî, kêfxweşiya xwe ji vê biryara Konseya ewlekariyê ragehand û got: Ew tehrîm wê Kureya Bakûr bixin jêr zextê, û dibin sedema vê ku Kureya Bakûr dahateke kêmtir hebe. Vê dengdanê nîşan da ku konseya ewlekariyê di hemberî Kureya Bakûr de aram nabe, û cîhan wê berdewam be li ser zextxistina li ser vî welatî.

Nûnerê Fransayê jî piştgiriya vê biryarnamê kir û ragehand: Ew tehrîm wê ew qas zextê bixin ser Kureya Bakûr ku bêne ser hişê xwe.

Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê jî got ku egera şerê ji nişkêve digel Kureya Bakûr gellek zêde ye, jiber ku Kureya Bakûr programa teknolojiya xwe ya navikî jêhel dibe.

Sekreterê giştî ê NATO`yê jî bi BBC ragehand ku reftarên neberpirsane ên Kureya Bakûr gefek e cîhanî ye, ku hewcehî bi bersiveke cîhanî heye.

Serbarê van gefan Kureya Bakûr di rêûresmekê de bi amadebûna zanayên navikî ku beşdar bûn di testkirina bomba hîdrojinî û bomba navikî de, pêdagirî kir ku zanayên vî warî dibe ku lêkolînên zanistî ên xwe jêhel bibin, bi armanca bihêzkirina hêza parastinê ya Kureya Bakûr.

Hşjayî basê ye ku guman li ser rejîma Îranê heye ku alîkariya Kureya Bakûr dike di pêşkevtina teknolojiya navikî de. Her div ê derheqê de rojnameya Dîlî Telegraf di raporekê de, ji zimanê çavkaniyekê di Wezareta Karê Derve ya Birîtanyayê de nivîsand: Rejîma Îranê di rîza yekem ya wan welatan de ye ku gumana vê yekê li ser wan heye ku alîkariya navikî digel Kureya Bakûr kiribin.

Li gora vê çavkaniyê, zanayên Kureya Bakûr ew şiyan hene ku di teknolojiya navikî de pêş bikevin, lê nikarin bi bêy alîkariya aliyekî din bigihîjin vê nuqteyê.