Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cîmz Cîfrî: Kiryarên rejîma Îranê gellek metrsîdar in

15:47 - 12 Îlon 2017

Kurdistanmedia: Kiryarên terorîstî yên rejîma Îranê di herêma Rojhilata Navîn de, û piştevankirin ji girûpên terorîstî û herwiha têkdana ewlehiya deverê, bûye sebeba vê yekê ku rayadarên welatên Rojavayî bi berdewamî bas jê bikin û hişdariyê bidin.

Balyozê berê yê Amerîka di Îraqê de, gotarek di “Farîn Palîsî” çap kiriye û hişdarî daye, û bas ji kiryarên metrsîdar yên rejîma Îranê kiriye.

Cîfrî bas ji vê yekê kiriye ku, rejîma Îslamî bi sebeba berfirehkirina, desthilata xwe di Lubnan, Sûriye, Îraq, Yemen û deverên din de bûye cihê metirsiyê li ser ewlehiya deverê, û Amerîka û welatên hevpeyman, û dewleta Tramp dibe ku pêdargiriyê li ser vê yekê bike, ku kêmkirina dorpêçên aborî, berjewendî û ewlekariya Amerîka naparêze.

Herwiha gotiye ku Tramp dikare derbarê kiryarên rejîma Îranê, serpêçîkirinên wî welatî, berçav bigre, û li gora benda 36 a bercamê, Amerîka dikare di bersiva kiryarên rejîma Îranê de, bi bêy evê ku rêkevtinê bibe bo derve, beşek ji dorpçên ser Îranê cardin vegerîne.

Cîmz Cîfrî, di dirêjahiya axavtinên xwe de, kiryarên rejîma Îranê gellek metirsîdar daye zanîn û gotiye ku nabe wan kiryaran berçav negirin, herwiha Tehran siyaseta axa şevitî a Beşar Esed hêsan dike, û Rûsiyê han dide da ku destêwerdanên zêdetir di kar û barên Sûriyê de bike, û di serhildana grûpa terorîstî a DAÎŞ`ê de rê dan bi Beşar Esed û mêlîşan di Îraqê de ji bo serkutkirina Erebên Sunî meseb.

Kiryarên terorîstî û destêwerdanên rejîma Îslamî a Îranê di deverê de roj bi roj ber bi berfirehbûnê ve diçin, û “Natan Sîlz” Saziya dijî terorê a di kar û barê Wezareta Derve a Amerîka de, di civînekî taybet de li ser pirsa terorîzmê axavtiye, û herwiha di vê axavtinê de gotiye ku, rejîma Îranê berdewam piştevaniya terorîzmê di cîhanê de dike, û herwisa ev kiryarên terorîstî li rêya hêza terorîstî a Quds a Pasdaran û girûpa terorîstî a Hizbullah a Lubnanê û bi êrîşkirin û çalakiyên terorîstî, ewlehiya cîhanê têk dide.

Natan Sîlz di gotûbêjekê de, rejîma Îslamî a Îranê berpirsê berfirehbûna têkçûyînên Sûriye, Îraq, Yemen, Efxanstan, Behrêyn û Lubnanê daye zanîn, û dibêje ku, ev grûpane bi piştevaniya rejîma Îranê siyasetên wî welatî ber bi pêşve dibin, û di her cihekî cîhanê de bin, metrsiyekî terorîstî tê hejmartin.