Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ û HAK-PAR`ê, pirsa referandoma Kurdistanê gotûbêj kirin

16:21 - 13 Îlon 2017

Kurdistanmedia: Heyeteke HAK-PAR`ê serdana ofîsa nûneratiya PDKÎ li Hewlêrê kir, û derheq pirsa referandoma Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Roja Sêşemiyê 21`ê Xermanana sala 1396 (12.09.2017)`an, heyeteke HAK-PAR`ê bi serperestiya Zana Sezen nûnerê HAK-PAR`ê li Herêma Kurdistanê serdana deftera nûnertiya PDKÎ li Hewlêrê kir, û ji aliyê heyeteke nûneratiya PDKÎ bi serperestiya Mihemedsalih Qadirî berpirsê ofîsa nûneratiya PDKÎ li Hewlêrê pêşwazî ji wan hate kirin.

Di vê hevdîtinê de, Mihemedsalih Qadirî tevî baskirina ji helwesta PDKÎ derheq referandomê ji bo serxwebûna Kurdistanê, wekî erkeke neteweyî û nîştimanî, helwest û pêngavên PDKÎ bona palpiştîkirin ji Herêma Kurdistanê, û hevsoziya aliyên siyasî ên beşên din ên Kurdistanê, bo serxistina vê biryara dîrokî a Başûra Kurdistanê bi girîng zanî, û ragehand ku pêwîst e li hemberî egera her pîlaneke rejîma Îranê û neyarên referandomê, hemû aliyên Kurdistanî alîkarê Herêma Kurdistanê bin, û ew yek erkeke nîştimanî û neteweyî ye.

Piştre Zana Sezen, tevî hevhelwestî û piştevaniya ji pêngavên PDKÎ derheq referandomê, û çalakiya PDKÎ li Rojhilata Kurdistanê, pêdagirî li ser palpiştî û hevhelwestiya HAK-PAR`ê û xelkê Bakûra Kurdistanê ji referandoma Herêma Kurdistanê kir, û ew helwesta neteweyî û nîştimanî ya PDKÎ û xelkê Rojhilata Kurdistanê ji bo piştgiriya ji referandoma Başûra Kurdistanê, girîng hesiband.

Di dawiyê de herdu aliyan pêdagirî li ser berdewamiya pêwendî û alîkariya di navbera xwe de kirin.