Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê berdewam dijayetiya referandomê dike

23:09 - 13 Îlon 2017

Kurdistanmedia: Berpirsên leşkerî û ewlekarî yên rejîma Îranê, ji ber nêzîkbûna pirsa referandoma serxwebûnê a Kurdistanê, bi hemû awayekî dijayetiya pirsa serxwebûna kurdistanê dikin.

Nûçegihaniyên rejîma Îranê, ji bo nîşandana dijayetî û nerazîbûna xwe li hember refrandoma serxwebûna Kurdistanê, di medyayên xwe ên weke “iribnews.ir” belav dikin ku pirsa siyasî a serbixweyiya Kurdistanê narewa ye, û herwiha belav dikin ku referandoma herêma Kurdistanê metirsiyek e bo ser ewlekariya Îraqê di deverê de.

Herwiha pirsa serbixweyiya Herêma Kurdistanê, pêwendî bi berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêberên kurd ve heye, û tu pêwendiyek bi rejîma Îranê re nine, û hêjayî basê ye ku “Mes`ûd Barzanî” di vê derbarê de, daye zanîn ku, destêwerdanên rejîma Îranê, di kar û barên Herêmê de qebûl nakin, û referandom di dema diyarîkirî de, wê bi rê ve biçe.

Ji aliyekî din ve “Elî Ewnî” endamê rêberiya PDK`ê, heyamekê berî niha di gotûbêjekê, digel kanal “BBC” de ragehandiye ku, refrandoma Herêma Kurdistanê, di pileya yekem de pêwendî bi neteweya kurd û bi teybet, bi vê beşa kurdistanê ve heye, û ev beşa kurdistanê li gora konvansiyona navneteweyî a mafê mirovan, dikare ku mafê çarenivîsa xwe diyarî bike, û hewce nake ku karbidestên rejîma Îranê, destêwerdanê di kar û barên welatên herêmê de bikin, û bila xema welatê xwe bixwin.

Roja referandomê ji bo Pirsa serbixweyiya Herêma Kurdsitanê, di 3`ê Rezbera îsal de ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdsitanê ve hatiye diyarîkirin, û dijayetiya hindek welatên cîran li pey xwe hebûye, lê dijayetiya berpirsên rejîma Îranê ji hemûyan zêdetir bûye.

Herwiha “Dr. Ebdulrehman Qasimlo” sekreterê berê yê PDKÎ, di derbara serbixweiya Kurdistanê, bas ji vê kiriye ku: Eger rojekê Kurd yekgirtî bin, û biriyara serbixweyiyê bidin, ev yeka dabeşkirina sînorên tu welatekî nine, belku yekbûna axa Kurdistanê ye.