Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêwendiyên di navbera Hemas û Hizbullah û Îranê de, cihê nîgeraniyê ne

19:39 - 14 Îlon 2017

Kurdistanmedia: Berpirsyarên Îsraîlî û Si`ûdî bi hev re hevdîtinan pêk tînin, û ji pêwendiya di navbera Hemas û Hizbullahê digel rejîma Îranê nîgeran in.

Li gora hinek çavkaniyên ne fermî, Mihemed bin Selman welî`ehdê Erebistanê bi dizî ve serdana Îsraîlê kiriye, û digel Netanyaho hevdîtin pêk aniye.

Lê serbarê vê ku ew serdan bi awayekî veşartî bûye, Rojnameya El-exbar ya Hizbullahê û çend ragehandinên din ên Erebî jî bas ji vê serdana girîng ya siyasî-emniyetî kirine.

Hevdem digel vê serdanê, Samir El-sebhan wezîrê şêvirmend ê Erebistanê bo karûbarê kendawê jî, di rûpela xwe ya twitterê de, derheq pêwendiya Hizbullahê û rejîma Îranê nivîsand ku “Îran, û Hizba Şeytan, çavkaniya terorîzm û tundreviyê di cîhanê de ne”.

Wî herwisa daxwaz kir ku xelkê Lubnanê biryara xwe li ser Hizbullahê bidin, jiber ku encama cinayetên wê, rojekê wê derbê li Lubnanê jî bide.

Di rojên borî de, Îsraîl û Amerîkayê helwestên tund li dijî Hizbullahê girtine, ku zêdetir sedem ew e ku çend roj berî niha, Hesen Nesrullah bas ji alîkariyên leşkerî û malî ên rejîma Îranê bi Hizbullahê kir.

Roja Duşemiyê, Argaman serokê dezgeha ewlekariyê ya Îsraîlê jî got ku Hemas bi piştevaniya Îranê binkeyên leşkerî di Lubnanê de ava dike, û ew yek li dijî Îsraîlê ye.

Îsraîl gellek ji vê nîgeran e ku piştî bidawîhatina şerê DAÎŞ`ê di Sûriye û Îraqê de, rejîma Îranê, û Hizbullah û milîşên Şî`e di Sûriyê de, kêşeyên zêdetir bo Îsraîlê biafirînin.

Ji aliyekî din ve çend roj berî niha bû ku Yehya El-senwar, berpirsê tevgera Hemas li kertê Xezeyê jî bas ji baştirbûna pêwendiyên xwe digel rejîma Îranê kir, û ragehand: Îran mezintirîn piştevanê çiqa leşkerî ya vê girûpê ye.

Yehya El-senwar di meha Şibata sala 2017`an de, bûye rêberê Hemasê di kertê Xezê de.