Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirkiye carê nikare bibe endamê YE

19:41 - 14 Îlon 2017

Kurdistanmedia: Serokê Komîsyona Ewropayê, Jan Kilod Yonkir di parlementoya Ewropayê de ragehand ku di pêşerojeke nêzîk de Tirkiye nikare bibe endamê YE.

Serokê Komîsyona Ewropayê ragehand ku eva heyamek e Tirkiye ji Ewropayê dûrtir ketiye, Yekîtiya Ewropayê yek welat nine, lê yasa tê de hukm dike, lewra di pêşerojeke nêzîk de, carê Tirkiye nikare bibe endam.

Piştî derbeya leşkerî ya 15`ê Tîrmehê, Tirkiyê bi awayekî berfireh dest kir bi paksazîkirina zanîngehan, û dûrxistina mamostayan, û karsazan û herwisa daxistina kovar û rojnameyan, û destbiserkirina rojnamevanan, û bi dehan hezar kesî bi tohmeta pêwendiya wan bi derbeya leşkerî ve, lewra di vê derheqê de rastî gellek rexneyan ji aliyê YE û navendên parêzerê mafê mirovan ve hat.

Pêwendiyên di navbera Tirkiyê û Alman de jî, roj bi rojê ber bi xirapiyê ve diçin, û vê yekê jî bandora xwe li ser dîtingeha welatên endam di YE de li ser Tirkiyê kiriye.

Erdoxan heya niha çendîn carî hikûmeta Alman wekî deshilateke faşîstî bi nav kiriye.

Wezîrê Karê Derve yê Alman jî du rojan berî niha ragehand ku bi sedema xiraptirbûna rewşa mafê mirovan di Tirkiyê de, Alman wê şandina çek û teqemeniyan bo Tirkiytê ragire. Li hember de Tirkiye rêkevtineke nû ya kirîna mûşekên S 400 digel Rûsiyê îmze kir, û ragehand ku vê rêkevtinê Alman aciz kiriye.