Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parlemantoya Kurdistanê biryara referandomê pejirand

15:58 - 16 Îlon 2017

Kurdistanmedia: Piştî hewldaneke zaf bona cardin karakirina parlemantoya Herêma Kurdistanê, roja borî 15`ê Îlonê, yekem rûniştina parlemantoyê dest pê kir, û tê de biryara referandomê bi 65 dengan ji koma 68 dengan hate pejirandin.

Parlamentoya Kurdistanê bi vê biryarê bi awayekî fermî Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê ya Herêma Kurdistanê erkdar kir, ku referandoma serxwebûnê di 25`ê Îlonê de encam bide.

Her di vê derheqê de, çar hizbên Kurdî ên çalak di Kurdistana Bakûr de, li civîneke veşartî, li balyozxaneya Amerîkayê di Enqerê de, daxwaz ji Amerîkayê kirin ku derheq pirsa referandomê, piştgiriya Barzanî bike.

Li gora vê nûçeyê ku rojnameya Star ya Tirkiyê belav kiriye û hinek ji malperên rejîma Îranê jî îşare pê kirine, di vê civîna nepenî de Mistefa Ozçelik serokê PAK`ê, û Mes`ûd Tek serokê PSK`ê, û Sertac Bûcak serokê PDK a Tirkiyê, û Sidqî Zîlan ji Partiya Hereketa Azadî di vê civînê de beşdar bûn, û tevî piştevaniya ji kempeyna piştgiriya ji referandoma serxwebûna Kurdistanê, daxwaza piştgiriya Amerîkayê ji Barzanî û referandomê kirin.

Piştre wan çar lîderên naskirî ên Kurdistana Bakûr li gora heman çavkaniyê, serdana ofîsa nûneratiya YE jî kirin, û daxwaza piştgiriyê jê kirin. Piştre jî wan encama serdanên xwe digel HDP`ê jî bas kirine, lê zanyariyên zêdetir belav nekirin.

Rejîma Îranê ku bi eşkereyî dijberiya xwe digel referandomê ragehandiye, gellek bi hûrî vê pirsê dişopîne, û hemû riyan û pilanan bona poşmankirina Kurdan ji encamdana referandoma serxwebûnê, yan jî têkdana vê referandomê encam dide.