Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ: Piştevaniya ji serxwebûna Kurdistana Başûr, erkeke neteweyî ye

17:04 - 16 Îlon 2017

kurdistanmedia: Deftera Siyasî ya PDKÎ bona piştevaniya ji serxwebûna Kurdistana Başûr daxûyaniyek weşand.

Deqa daxûyaniyê weha ye:

Piştgiriya ji serxwebûna Kurdistana Başûr, erkeke neteweyî ye

Hevwelatiyên rêzdar!

Neteweya mafxwaz a Kurd!


Biryara serkirdayetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê bona birêvebirina referandomê di 25`ê Îlonê de, biryareke neteweyî, û pêdagirî ye li ser mafeke mirovî, û daxwazeke rewa ya Kurd e, ku dehan sal e di beşên cur bi cur ên Kurdistanê de, xebatê jê re dike, û dixwaze biryarê li ser çarenûsa xwe bide.
Hevdem digel demokratîkbûn û neteweyîbûn û rewayiya vî mafî, şêwaza desteberkirina wê jî, ku ji riya referandoma di Kurdistanê de bi dest tê, şêwazeke demokratîk û serdemiyane û aştîxwazane ye, ku nîşan ji geşekirin û hişyariya siyasî û neteweyî ya Kurd û xelkê Kurdistên ye, ku di navçeyeke tejî ji teror û reşekujî û bîra paşvemayî û dugm de, bîreke serdemiyane û demokratîk heye, ku bi mîkanîzma demokrtîk û pêşkevtî dixwaze mafên xwe bi dest bîne, û îradeya neteweyî û demokratîk a xwe biselimîne.

Me di PDKÎ de hem pêştir bi awayekî fermî ragehandiye ku ew maf mafekî rewa yê Kurd e di Kurdistana Başûr de, û hem jî bi awayekî cidî em piştevaniyê ji referandomê ji bo serxwebûna Kurdistana Başûr dikin, û di vir de tevî dubarekirina vê piştevaniyê, em rû li gelê Kurd li Rojhilata Kurdistanê wekî beşeke belengaz, lê hişyar û hestiyar, û xwedîbiryar dikin ku:

Yekem- Di van rojan de heya roja birêveçûna referandomê bi her awayekî ku hûn dikarin piştevaniya xwe ji referandomê bo serxwebûna Kurdistana Başûr nîşan bidin, û di roja encamdayîna referandomê de jî, bi bilindkirina alaya Kurdistanê û lixwekirina kincên Kurdî, û amadebûna li cihê giştî bi van kinc û alayan, nîşan bidin ku neteweya Kurd di hemû beşên kurdistanê de piştevan û hevsozê hev in.

Duyem-Hemû endam û alîgrên PDKÎ li derveyî welat, û li Başûra Kurdistanê bi her awayekî ku ji destê wan tê, di mîtîngên ku ji bo piştevaniya ji referandoma serxwebûna Kurdistana Başûr pêk tên de, amadebûneke berçav hebin, û bi hilgirtina diruşmên pêwendîdar, alîkar bin bona zêdekirina piştgiriyan.

Sêyem- Bi rêxistina kempeynên taybet di torên civakî de, û bi piropagendeyeke taybet bi vî warî, wajoyên piştevaniyê ji bo serxwebûna Kurdistana Başûr kom bikin, û di vê derheqê de jî, rola xwe bo handana xelkê bilîzin, û alîkar bin bona gihîştina neteweya Kurd di beşeke nîştiman de bi mafên xwe ên rewa.

Siyaset û baweriya PDKÎ her di destpêka avakirinê wê de, û ji bingehdanîna Komara Kurdistanê ve heya niha, ew bûye û niha jî ew e ku kurd wekî yek netewe dibîne, ku bi bê hezkirina wê, xaka wê bi ser çar welatan de hatiye parvekirin, û vegeşîna xebata kurd di her beşekê de, bi serkevtin û deskevta hemû Kurd dizane, û xebata Kurd di Başûr û li Rojhilat dikarin û dibe ku piştevanê hev bin bona hindî zêdetir vegeşîn û lihevnêzîkbûnê, bona guhîştina bi hêviyên neteweyî û demokratîk.

Referandona ji bo serxwebûna Kurdistana Başûr, vejiyandina Komara kurdisatnê ye.

PDKÎ

Deftera Siyasî

25.06.1396
16.09.2017