Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ digel Hêza Taybet kom bû

20:20 - 16 Îlon 2017

Kurdistanmedia: Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ di hevdîtineke sê rojî de digel fermande û pêşmergeyên Hêza Taybet kom bû.

Nûçegihanê malpera Kurdistanmedia ji binkeya Hêza Taybet ya PDKÎ ragehand ku rojên 21-23`ê Xermanana 1396`an ya Rojî sekreterê giştî ê PDKÎ serdana Hêza Taybet li ser sînorê Rojhilat û Başûra Kurdistanê kir.

Nûçegihanê malpera Kurdistanmedia bas ji vê kir ku Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ bi hûrî guh da rexne û pêşniyarên pêşmergeyan di binkeyên Hêza Tyabet de, û di doma vê serdana çend rojî de, paş bidawîhatina rexne û pêşniyarên pêşmergeyan çend bas pêşkêş kirin.

Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ di vê civînê de, îşare bi dagîrkar bi dirêjahiya dîrokê û bi taybetî piştî parvebûna Kurdistanê li şerê cîhanî ê yekem de kir ku wan rejîman hewla helandin û jinavbirina nasnameya neteweyî ya Kurd dane, bo vê yekê jî dest bo hemû cure çewsandinekê birine, ji ferq û cudahîdanînê ve bigre heya dûrxistin û fermana cîhadê û komkujî û îdam û zîndanî û milîtarîzekirina Kurdistanê û bêdengkirina dengê azadî û ragirtina Kurdistanê di hejarî û derbiderdiyê de.

Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ ragehand ku hebûna we li vir de, cihê şanaziya hemû gelê Kurd e, û hûn xortên herî baş ên vê neteweyê ne, û hûn bergiriyê ji daxwazên xwe ên neteweyî bo jiyaneke azad û serdemiyane dikin. Hebûna we li vir garantiya mana gelê me ye, û xatircem bin ku emê serkevin bi ser dijmin de, jiber ku xebata me xebateke rewa ye.

Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ herwisa rû li fermandarên Hêza Taybet ragehand ku hûn dibe vê yekê jî bizanin ku xebat bo rizgariya neteweya me li dijî rejîmên dîktator ên navend, bêhnfirehiyê dixwaze, û xatircem bin ku pêşeroj ya me ye, û em hemû palpiştê hevdu ne, em hemû pêşmerge ne, û pêşeroj her ya me ye, lewra em daxwazê ji we dikin ku bi awayekî micid kar bikin, bona xwepêgehandinê.

Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ herwisa bas ji vê kiriye ku wekî PDKÎ hemû cure hêsankariyek me ji bo we kiriye, lewra jî ez daxwazê ji we dikim ku bi awayekî micid hewla xwepêgehandinê bidin, û her daxwazeke we hebû, bi kadr û berpirsyarên xwe ragehînin û pileyên serkevtinê bibirin û têkevin nava serkirdayetiya hizbê, xebata me xebateke rewa ye, xebat bo azadî û rizgariya neteweyekê ye ku bi dirêjahiya dîroka dagîrkar, û bi derba çek û kuştin û piştgihxistin û dûrxistinê hewla jinavbirina wê hatiye dayîn, lê nekariye, jiber ku vê neteweyê pêşmergên qehreman hene. Herwisa Mistefa Hicrî bas ji vê kir ku hûn nûnertiya îradeya neteweya me dikin.

Amadebûna we di vir de, vê rastiyê nîşan dide ku we hest bi azara gelê xwe kiriye, lewra niha çeka pîroz ya pêşmerge we hilgirtiye, bona bergirî ji gelê xwe, ji bo bidestxistina van mafên rewa, û şoreş ji bo azadî û demokrasî, û şoreş bo mana neteweya Kurd, we hest bi vê zulm û zordariya dagîrker kiriye, û we serî hildaye bo bidestveanîna mafê neteweyî, hûn hemû xortê vê neteweyê ne, û çavê hêviyê yê neteweya Kurd li we ye.