Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ebas Îraqçî: çêkirina bendavan di Tirkiyê de zirarê digehîne Îranê

15:50 - 17 Îlon 2017

Kurdistanmedia: Ebas Îraqçî tevî rexnekirina pirojeya mezin ya avakirina bendavan ji aliyê Tirkiyê ve li ser rûbarên Dîcle û Foratê, ku bi pirojeya GAP hatiye naskirin, ragehand ku Enqere nabe avê bike pirseke tîcarî.

Alîkarê Wezîrê Karê Derve ê Îranê di biyavê pirsên hiqûqî û navneteweyî de, derheq çêkirina bendava raehand ku welatekî cîran nikare bêje ku pêwendî bi me ve nine ku çêkirina bendavan çi kêşeyekê bo welatên derdorê çê dik.

Pirojeya GAP navê pirojeyekê ye ku di çarçoveya wê de, Tirkiye 22 bendavan, 19 binkeyên enerjiya elektirîkê û bi sedan km kanalên avê ji bo avdaniyê ava dike. Rayedarên rejîma Îranê radigehînin ku di encama avakirina van hemû bendavan de, navçeyên rojavayî Îranê dikevin bin bandora rabûna bahoza toz û xaliyê, û zirareke zaf digehîne jîngeha van navçeyan.

Ji aliyekî din ve Ebas Îraqçî alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Îranê di biyavê pirsên hiqûqî û navneteweyî de îşare bi kêşeyên Îranê digel Efxanistanê jî kiriye, û ragehandiye me li ser talabên Hamûn, rûbarê Hîrmend û Herîrûdê kêşe heye.

Du rûbarên mezin ên wekî Herîrûd û Hîrmend ji zincîre çiyayên bilind ên Efxanistanê ve çavkanî digrin, û ber bi navçeyên sînorî ên Îranê ve diherikin. Lê di van salên dawiyê de, Efxanistanê dest bi serûberkirina çavkaniyên xwe ên avê kiriye, û vê yekê bandora xwe li ser rêjeya ava navçeyên sînorî ên Îranê kiriye.

Rejîma Îranê ku di vê derheqê de, bas ji yasayên navneteweyî dike, û li gora van yasayan tu welatek nikare kêşeyên wekî kêşeya avê bo cîranekî xwe çê bike, lê bixwe dest kiriye bi çêkirina bendavan li ser rûbarê Sîrwan u dirêje Herêma Kurdistana Başûr, û bi vî rengî çend caran heya niha ava Sîrwan qet kiriye, yan jî avekî kêm bo Herêma Kurdistanê berdaye.