Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ: Di 25.mîn salvegera şehîdên Mîkonosê de em digel rêbaza şehîdan peymanê nû dikin

17:01 - 17 Îlon 2017

Kurdistanmedia: Deftera Siyasî ya PDKÎ bi boneya 25.mîn salvegera şehîdên Mîkonosê daxûyaniyek weşand.

Deqa daxûyaniyê:

Kurdistan serî natewîne

Azadîxwazên Îranê!

Hevwelatiyên Kurdistanê!

Têkoşerên Demokrta!


25 salan berî niha di roja 26`ê Xermanan sala 1371 (17.09.1992)`an de, terorîstên rejîma Îranê, di nava dilê Eewropayê de, êrîşî ser heyeta PDKÎ kirin, û bi xelaya biyom ya xwe, wisa dizanîn ku wê bikarin serî bi Kurdistanê bidin tewandin.

Di vê karesata dîrokî de, destê reş ê terorê, Dr. Sadiq Şerefkendî sekreterê giştî û Fetah Ebdulî nûnerê PDKÎ li derve, û Homayon Erdelan nûnerê PDKÎ li Alman û Nûrî Dêhkordî dostê Kurd ji tevgera Kurd standin. Terorîstên şandî ji aliyê rejîmê ve, kerb û kîna xwe ya pendavbûyî ya sedan salî ya tarîperestî û dijîmirovî bi ser heyetekê de rijandin ku hatibûn da ku tevî beşdarî di kombûna cîhanî ya Înternasiyonala Sosyalîst di çend civînên din de hewlê bo pêkanîna yekîtiya di nava hêzên demokrat û azadîxwaz ên Îranê de bikin. Bi vê hêviyê ku sîvaneke hevbeş ya xebatê ji bo bidestvehatina demokrasiyê di Îranê de pêk bê.

Seranên rejîma dijîmirovî û serberedayî ya Îslamî li Tehranê ku dizanîn hewlên Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî dikare di nava rêxistinên demokrat ên Îranê de, pêgehekê ji xwe re bibîne, û pêgeha rejîmê lerzok bike, pîlana xwe ya terorîstî darêtin, û di vê şeva Birlînê de, û di restaorana Mîkonosê de, ku cihê civîna heyetan bo vegeşandina hêviyên azadiyê di Îranê de bû, rûniştina wir kirin armanca pîlana qirêj ya xwe, û tîma terorê ya rejîma Tehranê, civîn dane ber destrêjê, û bi taybetî teqe li heyeta PDKÎ kirin, û tîra xwe ya jehrîn li cendekê Dr. Sadiq Şerefkendî xistin.

Piştî vê terorê dezgeha Dadê ya Alman bi hewl û tekoşîna dadwer û parêzer û kesên mirovdost û dadperwer di pêvajoyeke çend sale de dosiye bi dawî anîn, û dadgeha Birlînê ku ji bo şopandina vê dosiyeyê bi dadgeha Mîkonosê nav derxist, rejîma Îranê li asta herî bilind de wekî biryarderê vê terorê da naskirin, û fermana destbiserkirinê ji wan re derkir.

Eva ku rejîma Îranê li pey wê bû, jinavbirina mêjiyê rêberiya xebatê di Kurdistanê û şikandina pişta hevgirtî ya xebata azadîxwaziyê di Îranê de bû, lewra jî Dr. Sadiq Şerefkendî bona jinavbirinê, destnîşan kiribû, da ku hem rêkxirawên Îranê ji jihevnêzîkbûnê poşman bikin, û hem jî serî bi Kurdistanê bide tewandin, lê pêvajoya bûyeran berevajiyê xwesteka rejîma Komara Îslamî çû pêş, û hem di asta navdewletî de, ew hikûmet wekî rejîmeke terorîst hate nasîn, û hem jî destê reş ê terorê di Ewropayê de kurt kirin.

Ji vê yekê jî girîngtir domandina xebata kurd li Kurdistana Îranê bû, ku herçend Dr. Sadiq Şerefkendî cihgirê Dr. Qasimlo bi ceste ji Kurdistanê hate standin, lê hizb û xebata wê hizbê, her li ser piyan man, û heval û hevçeperên Dr. Sadiq Şerefkendî û mamostayê wî Dr. Qasimlo, bi xebata xwe û bi hilgirtina barê giran ê xema jidestdana wan, û peymana emegdariyê, bi rê û şopa wan emegdar man û pîlanên Klomara Îslamî kirin bilqa ser avê.

Niha 25 salan piştî şehîdkirina Dr. şerefkendî Komara Îslamî herçend ku bi berçav dixwaze ku rûçikê hêzeke navçeyî ji xwe nîşan bide, û bi sala ye ku dixwaze bi navê îdeolojiya Îslamî, bîra xwe ya hişk û dogm bişîne derve, lê berevajiyê piropagendeyên vê rejîmê, niha xelkê navçeya Rojhilata Navîn Komara Îslamî wekî rejîmeke têkder didin nasîn, ku bi vegeşandina şerê mesebî û tundrewî, dixwaze ku kuştarê di herêmê de vegeşîne, û niha Komara Îslamî ne tenê bihêz nebûye, belkû di nava qufiyekê de ku bixwe çêkiriye de dest û piyan lê dide, û ew agirê ku bixwe pêxistiye, wê dereng yan zû damanê wê jî bigre.

Di navxwe ya welat de jî hekî 25 salan berî niha îdiaya “sazendêgî” (avedankirinê) û piştre jî îdiaya çaksaziyan dikir, niha serî heta binî, rejîma Îranê wekî çavkaniya hemû bêbextiyên jiyana xwe nas dikin, û hemû neteweyên Îranê bi giştî hatine ser vê baweriyê ku tenê riya jiyana baştir û reforman di Îranê de, nemana vê rejîmê ye.

Di eniya hember de jî, piştî 25 salan ku bi ser bûyera restorana Mîkonosê û şehîdkirina Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî re derbaz dibe, em niha dibînin ku hizba Dr. Sadiq Şerefkendî di qonaxeke nû ya xebatê de, bi peyrewkirina waneyên wan rêberan dixwaze ku xebata çiya û bajar pêkve girê bide, û Rasana Rojhilat bûye rêbaza xebata îro. Her wekî ku Dr. Sadiq Şerefkendî digot, bo birêvebirina xebatê gellek rê hene. Rasana Rojhilat dixwaze ku hemû wan riyan veke, ku ji bo vegeşandina xebatê hewce ne.

Di biyaveke din de, hemû dizanin ku Dr. Sadiq Şerefkendiyê rêber, çende hez ji xebata neteweyî û vegeşîna xebatê di hemû beşên kurdistanê de dikir, û wê demê ku Kurdistana Başûr ezmûneke nû diceriband, Dr. Sadiq Şerefkendî palpişteke mezin bo xebata Başûr bû.

Xebatkarên Kurd di Kurdistana Îraqê de, hemû hogiriyên Dr. Sadiq Şerefkendî bo xebat û ezmûna wan, di bîra wan de ye. Niha di 25.emîn salvegera şehîdkirina Dr. Sadiq Şerefkendiyê rêber de em dibînin ku Kurdistana Başûr ber bi referandoma serxwebûnê ve pêngavan hildigre, û hêviyeke din ji hêviyên Dr. Sadiq Şerefkendî ser digre.

Xebatkartên Kurd!

Bi hemû wan rûpelên girîng ên dîrokê, û bi şiroveya niha ya navçe û Kurdistanê, û xebata Kurd, dema ku cardin em dikevin nava vê serdemê de, ku Komara Îslamî dixwaze bi terorkirina Dr. Qasimlo û Dr. Sadiq Şerefkendî û têkoşerên din ên Kurd, xebata neteweyî-demokratîk ya Kurd bixe qedeman, û Kurdistan di hember de serî bitewîne, rohntir ji hertim em têne ser vê baweriyê, ku xebata Kurd û tevgera neteweyî-demokratîk li Kurdistanê xebateke rewa û piştqahîm e bi bawerî û îradeya neteweyî, û em xatircem dibin, ku Kurdistan qet serî natewîne.

Di 25.emîn salvegera bibîranîna Dr. Se`îd, Kak Fetah Ebdulî, û Kak Humayon Erdelan de, em tevî peymannûkirina digel rêbaz û baweriyên wan, em silavan dişînin bo riha pak ya hemû şehîdên Kurdistanê.

Neman bo rejîma terorîstperwer a Komara Îslamî

Serkevtin bo xebata neteweyî-demokratî a Kurd

PDKÎ
Deftera Siyasî

26.06.1396
17.09.2017