Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêvîngên rêya Şerefkendî yad û bîra wî bilind ragirtin

15:44 - 18 Îlon 2017

Kurdistanmedia: Di 26`ê Xemananê de 25.mîn salvegera şehîdkirina Dr. Şerefkendî û hevalên wî, li binkeya Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, di bajarê Koyê de bi rê ve çû.

Li gora rapora nûçegihaniya malpera Kurdistanmedia, roja Yekşemî 26`ê Xermananê rêûresma salvegera terorkirina Dr. Şerefkendî û hevalên wî bi amadebûna endamên rêberî û kadr û pêşmerge û malbatên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û herwiha çendîn partî û aliyên siyasî di binkeya Deftera Siyasî a Partiya Demokrat li bajarê Koyê bi rê ve çû.

Ev rêûresma bi sirûda neteweyî a “Ey Reqîb” û deqeyek bêdengî ji bo rêzgirtin ji riha paqij a şehîdên rêya azadiya Kurdistanê dest pê kir.

Piştre peyama Deftera Siyasî a PDKÎ bi boneya 25.mîn salvegera şehîdkirina Dr. Şerefkendî û hevalên wî , ji aliyê “Mistefa Hicrî” sekreterê giştî yê PDKÎ ve, hat pêşkêşkirin.

Sekreterê giştî ê Partiya Demokrat di axavtina xwe de, got ku dosiya dadgeha “Mîkonos”ê, di yekem halet de, rêberên rejîma Îranê, weke encamderên wê terorê da naskirin, her ev cezaya Dadgehê jî bû sedem da ku destê rejîma Îranê, di domandina kiryarên xwe ên terorîstî de kurt bike, herwiha serokê Dadgehê îşare bi vê yekê kir ku terora “Viyanê” jî her weke terora Berlinê bûye.

Hicrî herwiha bas ji vê yekê kir ku, herçend ku berpirsên rejîma Îranê, givaş xistine ser birêveberên vê dadgehê, da ku dest ji encamdana vê dosiyê hilgirin, lê dadgeha “Mikonos”ê rûyê rast yê rejîma Îranê, di dosiyê de, nîşanî dinyayê da.

Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat, di doma axavtinên xwe de bas ji vê kir ku, hekî dosiya kiryara terorîstî a Viyanê, ji aliyê welatê Utrîşê ve bidûreçûn bihatiba kirin, Dr. Şerefkendî û hevalên wî, nedihatin terorkirin.

Mistefa Hicrî bas ji vê yekê jî kir ku, Dr. Sadiq Şerefkendî di malbateke hejar de hatibû dine, û tevî hemû kêmasiyên jiyanê karîbû pileya bilind di asta zanistî de, bi dest bixe, û di zanîngeha Parîsê de dersê bide, û piştre tevlî refên pêşmergeyan be, û ji ber jêhatîbûna xwe, bibe rêber û şoreşgerekî rasteqîne.

Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat di dawiya axavtinên xwe de, bas ji referandoma serbixweyiya Kurdistana Başûr kir, û got: \'\'Ev helwêsta neteweyî mafê hemû gelên diniyayê ye, ku yek ji wan neteweyan Kurd de,û herwiha diyarêkirina mafê çarenivîsê yek ji armancên PDKÎ ye, û em jî bi hemû hêz û şiyana xwe piştevaniyê ji referandoma serxwebûna Kurdistanê û her encameke wê dikin\'\'.

Piştre sirûdek bi navê “Sadiq Şerefkendî” ji aliyê zarokên navenda \'\'Nêrgiz\'\' ve pêşkêşî beşdarên rêûresmê hate kirin.

Di beşeke din ya vê rêûresmê de, sirûdeke din a bi navê “Rêberê min” ji vehûnandina “Umer Xulam`elî” ji aliyê koma mozîkê ya Partiya Demokrat ve hat pêşkêşkirin.

Piştre peyama hevpar a yekîtiyên jinan , Xwendekaran û Ciwanên PDKÎ, ji aliyê “Emîn Îbrahîmî” berpirsê birêveberiya Yekîtiya Ciwanan ve hate pêşkêşkirin.

Herwiha bi munasibeta 25.mîn salvegera şehîdên Birlînê biroşorek derheqê jiyannameya Dr. Şerefkendî û hevlên wî hate belavkirin.

Di dawiya rêûresmê de, sirûdeke şoreşvanî a bi navê “Şîpela şîn” ji vehûnandina “Selam Îsmaîlpûr” ji aliyê koma mozîk ya hizbê ve pêşkêşî beşdarên rêûresimê hate kirin.

Herwiha çendîn partî û aliyên siyasî yên herçar parçên Kurdistanê, ku di vê rêûresimê de beşdarbûn, bi vî awayî ne:

Yekîtiya Niştîmanî a Kurdistan
Partiya Demokrat a Kurdistan
Hizba Şiyû`î
Yekgirtûya Îslamî a Kurdistanê
Hak-Par (Partiya Maf û Azadiyê)

Herwiha “Kemal Burkay” kesayetiyê siyasî yê Bakûrê Kurdistanê, jî di vê rêûresmê de beşdar bû.