Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê pêşmergeyekî PDKÎ koça dawiyê kir

13:47 - 2 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Casim Kurdnijad bavê birêz Muhacir Kurdnijad pêşmergê PDKÎ, di temenê 85 saliyê de koça dawiyê kir.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera Kurdistanmedia: Roja Înê 08’ê Rezberê (30.10.2015)’an Casim Kurdnijad bavê Muhacir Kurdnijad pêşmergê PDKÎ, xelkê gundê “Xeliya” ser bi herêma Kinarberoja Urmiyê, di temenê 85 saliyê de çû ber rehmetê.

Casim Kurdnijad sala 1309’an (1930)’î li gundê Xeliya ser bi herêma Kinarberoja Urmiyê ji dayîk bûye, û piştre mala xwe bar dike bo bajarê Urmiyê. Navbirî kesekî xweşnav, hogirê PDKÎ, û welatparêz, û cihê baweriya xelkê herêmê bû, û bi hêsanî dikarî kêşe û nakokiyên gellek metirsîdar ên civakî, û xwîn û xwîndariyan di nav xelkê herêmê de çareser bike.

Termê navbirî di nav koma xizm û kes û kar û dostên wî de, li gundê “Xeliya” ser bi herêma Kinarberoja bajarê Urmiyê, bi axê hate spartin.

PDKÎ sersaxiyê li malbat û kes û karê Casim Kurdnijad dike, û xwe di xem û kovana malbata navbirî de şirîk û hevbeş dizane.