Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deqa axavtina Kak Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDKÎ di rêûresma bîranîna 25.mîn salvegera terorkirina Dr. Şerefkendî û hevalên wî de

22:59 - 23 Îlon 2017

Ji vê rojê ve ku di 17`ê Îlona 1992 (26`ê Xermanana sala 1371)`an de, kesayetiyê naskirî û sekreterê giştî ê PDKÎ Dr. şerefkendî naskirî bi Dr. Se`îd, digel kak Homayon Erdelan û kak Fetah Ebdulî û kak Nûrî Dêhkurdî hatin şehîdkirin, 25 sal derbaz dibin.

Em wekî hemû salekê îro jî li vir kom bûne, da ku ji aliyekî ve cardin rêz û hurmetê danên bo rêbaza xebatkarane ya van şehîdên xwe ên şoreşger, û silavan dişînin bo riha wan ya pak, û bi vî rengî emegdariya xwe wekî hevrê û hevçeperê wan, nîşan bidin, û serê rêz û hurmetê li hemberî rêbaza wan ya pîroz de bitewînin, û ji aliyekî din ve rejîma teror û sêdarê ya Komara ÎSlamiya Îranê mehkûm bikin, derheq vê tawana mezin de, ku derheq sekreterê wê demê yê PDKÎ Dr. şerefkendî û hevalên wî û hemû gelê Kurd kirin.

Li 17`ê Îlona 1992`an di dema şevê de, Dr. şerefkendî û hevalên wî li bajarê Birlînê di restoranekê de bi navê Mîkonos, digel komek ji endamên çend rêkxirawên dijberî Îranê bona gotûbêjê li ser çawaniya lihevnêzîbûn û pêkanîna hevdengiya zêdetir di navbera xwe de û bi mebesta xebata hevpar li dijî rejîma Îranê kom bûn ku li demjimêr nêzî 11`ê şevê, çekdarek ku piştî lêkolîna polîs eşkere dibe, ku ew Ebdulrehman Benî Haşimî berpirsê tîma terorê bûye, êrîşî ser wan dike,û bi diyarîkirî Kurdan dike armanca gulleyên xwe, û kesekî din jî, tîra xilasê li wan dixe, û bi vî awayî Dr. şerefkendî û hevalên wî û Nûrî Dêhkordî şehîd dibin.

Di tîma vê terorê de, Îranî û endamên Hizbullaha Lubnan û endamekî eslî yê Şî`e yê Lubnanê pêkve pilanê bi rê ve dibin, ku her hemû jî di Îranê de û li jêr çavdêriya Spaha Pasdaran û rêkxirawa Îtila`atê de hatine perwerdekirin.

Piştî nêzîk bi du salan lêkolînê û şopandina polîs û dezgeha Dad ya Almanyayê, roja 10`ê Nîsana 1997`an de, dezgeha Dad ya Almanyayê hukmê xwe ragehand, û tê de ji bilî diyarîkirina cezayê bo 5 tawanbarên ku di terorê de dest hebûn, hukmê girtinê ji 5 salan ve heya girtina ebed bo wan birîn. Serokê dadgehê herwisa ragehand ku erk û wezîfeya me ye, ji bona eşkerebûna vê kuştraê, em bêne ser baskirina ji wan sedeman, ku bûne sedema pêkanîna vê kuştarê. Ya ku dixwazim di vir de bixwînim çend beşên kurt ji axavtinên serokê dadgehê ne, ku di deqa hukmê dadgehê de xwendin:

Reh û rîşeya vê terorê dibe ku di pêwendî û munasibetekê de bibînin, ku paş şoreşa Îslamiya Îranê form bi xwe ve girtiye, hewla Kurdan bi rêberatiya PDKÎ bo bidestveanîna otonomiyê, ew hizb kiriye hizbeke siyasî ya bihêz li dijî Komara Îslamî, ku di encamê de rêberê siyasî ê Îranê bi armanca serkuta PDKÎ biryar da ku li dijî vê hizbê, ne tenê bi awayê siyasî xebatê bike, lê niyeta jinavbirina fîzîk ya vê hizbê heye. Kuştina Dr Qasimlo û du hevalên wî li 13.07.1989`an û herwisa qetlek ku di vê dadgehê de lêkolîn li ser hate kirin, di encama vê siyasetê de ye, ku pêwendiya kuştara Birlîn û Viyenê gellek eşkere ye. Ew belgeyên haşahilnegir ku pêşkêşî dadgehê hatine kirin, şikl û şêweya biryardana lûtkeya rêberî ya siyasî ya Îranê, bi armanca jinavbirina dijberên rejîmê li derveyî welat gellek bi rohnî nîşan dide.

Biryardana li ser jinavbirinê, ji aliyê rejîmê ve, ew jî di navendekê de, bi navê encumena karûbarê taybet tê dayîn, ku organeke na yasayî ye, û bi biryara rêberê ayînî pêk tê, û endamên wê encumenê pêk tên ji: Serkomar, Wezîrê Îtila`at û emniyetê, Wezîrê Karê Derve yê welat, serokên nizamî û Întizamî û herwisa rêberê mezhebî yê hikûmeta Îranê. Ew kuştar tenê bi niyeta siyasî û bi armanca jinavbirina dijberên rejîmê bi rê ve çû. Armanca sereke ya rejîmê jinavbirina dijberan li derveyî welat e. Herwisa di vî hukmî de hikûmeta Îranê wekî hikûmeteke cinayetkar hate naskirin.

Rejîma Koamara Îslamiya Îranê ji riya dewleta wê demê ya Alman û heta gefxwarina li dadwerê dadgehê, hemû hewla xwe da, ku aliyê kêm rejîmê bi tawanbar nehesibînin, lê dadwer bi tu awayî neçûne jêr barê gefxwarinan, û gellek bi cur`et ve, piştî çar salan lêkolînê, hukmê dadgehê ragehandin, hukmek ku ne dinyayê, û ne jî Komara Îslamî çavnihêriya wê nedikirin.

Piştî ragehandina vî hukmî welatên endam di YE de balyozên xwe bo heyamekê ji Tehranê vexwandin, û rewşeke gellek dijwar a siyasî bo rejîmê hate pêş, jiber ku Îran piştî van hemû terorên ku di derveyî welat de bi rê ve birin, bo yekem car ji aliyê dadgeha welatekî Ewropayî ve, wekî rejîmeke cinayetkar û terorîst hate naskirin.

Hemû ew cinayet û terorane, di lûtkeya deshilatê de pilandarêjî jê re hatibûn kirin. Her eva jî bû sedema vê ku Komara Îslamî êdî kiryarên terorîstî bi rê ve nebe. Dr. Şerefkendî xwediyê kesayetiyekî bilind ya mirovî bû, jiyana pirr ji êş û jan ya navbirî di dema zarokatiyê de, û xwendin û xwepêgehandina di bin siya birayê xwe de, û bi tab û tehemula zehmetiyên jiyanê, di gundeke biçûk a navçeya Bokanê, gihîşte pileya dukturayê di zanîngeheke Parîsê de.

Eva alîkarê serekî yê kak Sadiq bona gihîştina bi vê pileya xwendinê bû. Herwisa bîra tîj û îradeya bihêz û piştqahîmiya bi zehmet û tekoşîna xwe, ji sedemên gihîştina navbirî bi vê astê bûn.

Di Farsî de, û di Rojhilata Navîn de, bi van kesan tê gotin “xudsaxte”, ku ne serwet û samana malbatê, ne jî deshilatdariya bav û eşîret, tu yek ji wan di holê de nebûn, ku kak Sadiq pişta xwe pê girê bide, lewra bi neçarî pişt bi zehmet û tekoşîna xwe girê da.

Panoramaya jiyana wan kesayetiyan di gellek cihên vê cîhanê de balkêş in, û bandoreke kûr di civakê de hene.

Rejîma Komara Îslamî jî, ji xwe re ew kesayetî nekirin armanc, ew bi başî şarezayê hêz û şiyan û jêhatîbûna Dr. Şerefkendî bûn, û nîgeran bûn ku tekoşîna sekreterê PDKÎ ku hizbeke bihêz a dijber e, dikare kêşeyeke mezin bo rejîmê pêk bîne, lewra biryara jinavbirina wî dan.

Kak Fetah Ebdulî şehîdekî din ji şehîdên Mîkonosê ye, ku navbirî ciwanekî pêgihîştî û endamê Komîteya Navendî û berpirsê ofîsa nûneratiya hizbê li Parîsê bû. Digel vê ku temenê wî kêm bû, lê jêhatîbûna xwe nîşan da, û hekî şehîd nebiba, bêguman di pêşerojê de wê roleke berçavtir hebûya.

Lê bi hemû wan pîlanan ve, ku rejîma Komara Îslamî û rejîmên din ên serberedayî û dijberê kurdên wan welatên ku Kurdistan bi ser wan de hatiye parvekirin, û bi hemû hêz û deshilata xwe, û pîlanên xwe, di terora rêberên tevgerên Kurd de dest hebûne, ne tenê her nekarîne Kurd bixin qedeman, heta bixwe di navxwe û di navçê de, berbirûyê dehan kirîzan bûne, û Kurd jî digel hemû kêşeyên ku beşa herî zaf ya wan, encama siyaseta serkutkerane ya wan rejîman e, lê niha di rewşeke baş ya siyasî de ye, bi taybetî rejîma Komara Îslamî ku jêve bû bi şehîdkirina Dr. Şerefkendî û Dr. Qasimlo dawî bi xebata mafxwazane ya Kurd tîne.

Niha ew rejîm digel dehan kirîzên navxweyî û derveyî berbirû ye. Xebata Kurd li Rojhilat jî herwisa berdewam e, û PDKÎ serbarê jidestçûna du sekreterên xwe, herwisa bihêz û şiyan ve li ser xebata xwe bi azadiyê berdewam e. Rejîma Komara Îslamî dibe bizane ku xebata Kurd li Rojhilat pirsa serkirdeyek û kesayetiyekî nine, ku bi jinavbirina xebata Kurd dawî pê bihê. Xebata Kurd li Rojhilat xebata neteweyeke mafxwarî û welat dagîrkirî û azadîkuj e, û heya wê demê ku zulm û stem li ser hebe, xebat jî wê berdewam be.

Îro beşek ji Kur distana parvekirî ku Başûr e, li hemberî ceribandinên dîrokî de ye. Pirsa referandomê li ser diyarîkirina çarenûsa xelkê vê beşê ye. Heya ku em nêzîktir dibin ji roja 25`ê Îlonê, ew pirs germtir dibe, û niha xelkê hemû beşên Kurdistanê, bi vê boneyê ve şahî û kêfxweşiyê dikin, wate bo rojekê ku sedsalek e xebatê jê re dikin.

PDKÎ mafê referandomê wekî mafê rewa yê xelkê dizane, ku yek ji bingehên demokrasiyê ye. Lewra piştgiriyê jê dike, û encama vê referandomê jî, ku dengê civatên xelkê Kurdistanê ye, rêzê jê re dadinê, û piştevaniyê jê dike. PDKÎ pilana dijminên kurd, bi taybetî ya Komara Îslamî jî ku roj bi rojê gefên tundtir li dijî referandomê dixwe, şermezar dike.

Em hêvîdar in ku xelkê Başûra Kurdistanê bi yekdengî di referandomê de başdariyê bikin, û deng bidin serbixweyiya welat. Bi vî awayî riha şehîdên riya rizgariya welat şa bikin, û pîlanên dijminan pûç bikin.