Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê rehmê bi zarokên kêmaniyên mesebî jî nake

14:25 - 25 Îlon 2017

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê serbarê destbiserkirina kişîşeke Mesîhî, nehêlan zarokê wî jî here xwendingehê.

Li gora nûçegihaniyan, kişîşek Mesîhî bi navê Yûsif Nedirxanî bi tohmeta vexwandina Misilmanan bo Mesîhiyetê bi deh salan hepsê, û du salan dûrxistina bo şaristana Nîkşehrê hatiye mehkûmkirin.

Berdevkê Saziya Berevanî ji Mafê Mesîhiyan jî serbarê piştrastkirina vê nûçeyê, ragehandiye ku berpirsên pêwendîdar pêşiya navnivîsîna zarokê wî jî bo xwendinê girtine.

Yusif Nedirxanî pêştir di sala 1388`an de jî, li bajarê Reştê de bi tohmmeta dijberiya eşkere digel ola Îslamê hatibû destbiserkirin.

Lê li jêr zext û givaşa zaf ya dewletên Rojavayî û saziyên berevankarê mafê mirovan de, navbirî hate berdan.

Ji aliyekî din ve, zexta li ser kêmaniyên mesebî di nava şêvra bajar de jî xwe nîşan da.

Serbarê vê ku nûnerê şêvra bajarê Yezdê pêştir kêrhatîbûna wî hatiye pejirandin, û wî kariye dengê pêwîst bîne, lê niha berdevkê Konseya Çavdêriyê (şêvra nobedar, şorayê nigehban) radigehîne, ku li ser bingeha boçûna ruhaniyan di Konseya çavdêrêyê de, ew yek li dijî ola Îslamê ye.

Kêmaniyên mesebî di Îranê de nikarin ji bilî kursiyeke taybet, di hilbijartina meclisê de beşdariyê bikin. Herwisa îmkana bidestveanîna postên bilind ên hikûmetî bo wan tuneye. Di sîstema hiqûqî ya Îranê de jî zulmeke zêde ji qas li wan tê kirin, bi taybetî eva ku diyeya wan kêmtir û cazayê wan jî qurstir e ji Misilmanan.