Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bona piştgiriya ji serxwebûna Kurdistanê çalakiya teblîxî bi rê ve çû

16:30 - 25 Îlon 2017

Kurdistanmedia: Xelkê Kurdistana Rojhilat bo piştgiriya ji serxwebûna Kurdistanê çalakiya teblîxî bi rê ve birin.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera Kurdistanmedia, xelkê têkoşer ê Kurdistanê bo piştgiriya ji referandoma serxwebûna Kurdistanê li gund û bajarên Kurdistanê çalakiyên pêwendîdar bi vê rojê bi rê ve dibin.

Di vê derheqê de li bajarê Şinoyê û gundên Xaltawê, Qirûşawê, Nerzîwê çalakiya teblîxî bo dewleta Kurdî bi rê ve birin.

Qehremanên Demokrat li bajarê Seqizê di nava tax û kolanên vî bajarî de bi armanca piştevaniya ji serxwebûna Kurdistanê çalakiya teblîxî bi rê ve birin.

Herwisa endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Bane bi boneya referandoma serxwebûna Kurdistanê, li cihên wekî şehreka Nûr, Şehreka Cîhad, Kemerbendiya 1 û 2, Medyaya Şora, Termînala Armirde, Termînala Serdeştê, Sêriya Hemzawa, û Meydana Azadî çalakiya teblîxî bi rê ve birin.

Di heyama rojên borî de, endam û alîgirên PDKÎ û xelkê Kurdperwer û dilsoj ê Kurdistana Rojhilat, bi encamdana çendîn cur çalakiyên teblîxî wekî belavkirin û bilindkirina alaya Kurdistanê, xemilandina dîwaran bi alaya Kurdistanê, nivîsandina diruşmên pêwendîdar bi serxwebûnê, û referandoma serxwebûnê li Başûra kurdistanê piştgiriya xwe ji vê piroseya girîng eşkere kirin.

Niha axavtinên serekî ên kom û civînên xelkê kurdistana Rojhilat pirsa referandoma serxwebûn e.