Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hewlên rejîmê bûne bilqa ser avê

15:06 - 26 Îlon 2017

Kurdistanmedia: Piştî vê ku navendên ewlehî û leşkerî ên rejîma Îranê li bajarên Kurdistana Rojhilat hewl dan ku bi birina hêza leşkerî û heta birina tankan bo nav wan herêman, xelkê çavtirsandî bikin, lê xelk rijiyane ser şeqaman û bersiveke tund dane rejîmê.

Li gora nûçeya ku gihaye malpera Kurdistanmedia, serbarê gefxwarinên berdewam bona tirsandina ciwanên Kurd li Kurdistana Îranê, ji aliyê hêzên dijîgelî ve, ciwanên xwîngerm ên Kurdistanê hewlên rejîma Îranê kirin bilqa ser avê, û tevî lixwekirina kincên bixeml ên Kurdî, pîrozbahî li hevûdin dikirin, û şîrînî di nava xelkê de belav dikirin.

Li gora nûçeyan, xelk li bajarê Banê bi rêkxistina govend û dîlanê û bilindkirina alaya Kurdistanê û xwendina sirûda neteweyî ya Ey Reqîb rewşeke pirrcoş afirandin, ku bû sedema heyrîmana hêzên rejîmê.

Herwisa li bajarê Seqizê ciwanan bi belavkirina nuql û şîrîniyan û belavkirina sirûdên şoreşgerî û stranên kêfxweşiyê kêfxweşiya xwe derheq referandomê eşkere kirin.

Li bajarê Merîwanê jî, xelkê welatparêz ê vî bajarî rijiyane ser şeqaman, û bi gotina sirûdên nîştimanî bersiva şandina tank û topên rejîmê dan.

Meydana Îqbal ya bajarê Sinê jî, şahidê destanrêsiyeke jibîrnekirî ya ciwanên şoreşger ên Kurd bû, ku hemû hewlên rejîmê pûç kirin.

Bi giştî lawên Kurd selimandin ku çek û cebilxane û milîtarîzekirin nikare îradeya gel bixe qedeman.