Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyên bajar caşek ceza kirin

21:52 - 26 Îlon 2017

Kurdistanmedia: Pêşmergeyên bajar li bajarê Pîranşarê de, êrîşî ser caşekî rejîmê kirin.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera Kurdistanmedia, pêşmergeyên bajar di navçeya Pîranşarê de caşekî vî bajarî bi navê Rehîm Cûce ku xelkê Peswê ye, dane ber gulleyan.

Birayê vî kirêgirtiyî bi navê Îbrahî di sala 1363`an bi sedema îxaneta bi gel û welat hate cezakirin.

Navbirî dema ku termê şehîdê fermande Rehman Elyasî naskirî bi Rehman Seyîdzade kete destê dijmin de, digel dayîka Xalid Şahîcaniyê kirêgirtî û kuştiyê rejîmê bêhurmetî bi termê şehîd Rehman kirin.

Sala borî jî, ew kirêgirtî ji aliyê pêşmergeyên bajar ve rastî êrîşê hat, ku mixabin nehate kuştin, û vê carê jî tenê du gulle lê ketin, ku niha di nexweşxaneya Pîranşarê de, di bin çavdêriya pizişkan de ye.