Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deftera Siyasî ya PDKÎ derheq birêveçûna referandoma ji bo serxwebûna Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

21:40 - 27 Îlon 2017

Kurdistanmedia: Deftera Siyasî ya PDKÎ derheq birêveçûna referandoma ji bo serxwebûna Kurdistanê.

daxuyaniyek belav kir, ku deqa wê weha ye:

Daxûyaniya Deftera Siyasî ya PDKÎ derheq birêveçûna referandoma ji bo serxwebûna Kurdistanê

Hevwelatiyên birêz!

Xortên emegdar û kurdperwer ên Kurdistanê!


Roja Duşemî 3`ê Rezbera 1396`an ya Rojî hevberî 25.09.2017`an referandoma serxwebûna Kurdistanê li gora bernameyên darêtî, û serbarê hemû gefên welatên navçê, û xwendinên cur bi cur ên beşek ji welatên cîhanê bi awayekî serkevtî û di nava rewşeke bi tewahî demokratîk û azad de bi rê ve çû.

Bi vî rengî rojeke girîng a nîştimanî û neteweyî di dîroka bixwîn û pirr ji karesat ya Kurd û di heman demê de, tejî ji xebta û berxwedana Kurd û Kurdistanê hate tomarkirin, û li serxistina vê piroseya demokratîk de, berxwdan û vîna bihêz ya serkirdayetiya Kurd li Başûra Kurdistanê û yekdengiya hêzên siyas ên vê perçeyê ji Kurdistanê roleke hêja û bibandor di şanaziyan de lîst.

PDKÎ her di destpêkê de, ku ew pirsa kete ber bas, ji riya çend daxûyaniyên fermî û dehan gotûbêjên medyayî ve, tevî piştevaniya xwe ji encamdayîna referandomê bo serxwebûna Kurdistanê, ew pirs wekî derfeteke zêrîn û pêngaveke neteweyî û nîştimanî da zanîn, û daxwaz ji hemû endam û alîgirên xwe di Başûra Kurdistanê, di welatên derve û Kurdistana Rojhilat kir, ku çi ji dest wan tê, bo hêsankarî û serxistina vê biryara dîrokî û piştevaniya ji wê encam bidin, û di her cihî dengê xwe bixin rex dengê xûşk û birayên xwe li Başûra Kurdistanê, û palpiştiya serxistina vê pêngava çarenûssaz bikin.

Bi xweşî ve di çarçoveya vê biryar û çalakiyê de, kadr û pêşmergeyên PDKÎ û endamên hizbê ên akincî li Başûr di karnevalekê de, bi awayekî berfireh beşdar bûn, ku roja Pêncşemiyê 30`ê Xermananê di navenda 3 a Kurdistanê de, ji aliyê PDKÎ ve û bi gotara sekreterê giştî ê PDKÎ û amadebûna hejmarek ji hunermend û kesayetiyan bi rê ve çû.

Li derveyî welat jî endam û alîgirên PDKÎ bi awayekî berfireh li karnevalên Kurdên derve de beşdar bûn, û roleke berçav û hêja di birêvebirin û bi encamgehandina wê de hate lîstin.

Di navxwe ya Kurdistana Rojhilat de jî, li ser rasiparde û rênimayiyên hizbê, komeke çalakiyan wekî belavkirina tirakt û poster û nivîsandina diruşman bi rê ve çûn. Cuda ji vê yekê li bajarên Kurdistana Rojhilat, xelk bi awayekî berfireh û kêm mînak rijiyane ser şeqaman û cihên giştî, û bi kêfxweşî û bexşîna şirîniyan,û xwendina sirûda nîştimanî ya Ey Reqîb û dana diruşma Qasimlo, Qasimlo, riya te dirêjî heyeû Demokrat, Demokrat û bilindkirina alaya Kurdistanê, kêfxweşiya xwe nîşan dan. Her di vê derheqê de, di kempeynekê de, ku ji aliyê teşkîlata hizbê ve bo piştgiriya ji referandomê û serxwebûna Kurdistanê pêk hat, zêdetir ji 20 hezar kesî beşdar bûn.

Di vê derheqê de, pêwîste spasî û pêzanîna PDKÎ bigehînin hemû wan kes û organan, û xelkê xwedîhest, ku di encamdan û birêvebirina wan çalakiyan de beşdar bûn, û roleke berçav lîstin.

Ew çalakî di navxwe ya Kurdistanê de, di demekê de bi rê ve çûn, ku rejîma Îranê bajarên Kurdistanê bi hêza leşkerî û Îtila`atî û …hwd dagirtibû, û li ser sînoran jî dest bi liv û tevgerê kir, lê bi sedema berfirehiya beşdariya xelkê bo pêşwaziya ji Referandoma serxwebûna Kurdistanê, şiyana wan ya serkutkirinê nemabûn, û bi vî halî jî hejmarek ji xelkê li bajaran hatin destbiserkirin, û pêvajoya girtinê herwisa dom heye.

Referandom bo serxwebûna Kurdistanê ew rastiya selimand ku serbarê her cure cudahiyeke boçûnan di navbera hêzên siyasî de, xelkê Kurdistanê li biryarên neteweyî, nîştimanî, û çarenûssaz de hemû yekdeng, yek helwest û yek pêngav in, û bi vî karê xwe dijminên Kurd û Kurdistanê digel bêhêvîtiyê berbirû kirin.

Referandom bo serxwebûna Kurdistanê û helwesta dijberîkiirnê, li dijî azadiya Kurdan, dewletên navçê û rasipardeyên welatên din bona paşgezbûna Kurd ji referandomê, û yan jî paşxistina wê, cardin naveroka dijberane ya her yek ji wan welatên ku Kurd bi ser de hatiye parvekirin, nîşanî cîhanê da, û di ratsî de ceribandinek bû, ku Kurd bi giştî dost û dijminên xwe baştir nas bike, û di pêwendiyên xwe de, digel her yek ji wan, li gora vê naskirinê kar bike.

PDKÎ bi boneya birêveçûna serkevtiyane ya referandomê pîrozbahiyê dibêje serkirdayetiya Kurd, xûşk û birayên xwe li Başûra Kurdistanê, û hêzên siyasî û tewhaiya neteweya Kurd di hemû parçeyên Kurdistanê û cîhanê, û hêviya vê yekê dixwaze ku ew pêngav destpêka bidawîhatina êş û azarên Kurdan li Başûra Kurdistanê be, û bibe sedema bidestvehatina hêvî û armancên neteweyî û nîştimanî, ku bê guman wê bandorê li ser çarenûsa gelê Kurd danê.

PDKÎ
Deftera Siyasî

04.07.1396
26.09.2017