Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PYD`ê hevserokên xwe hilbijartin

13:58 - 28 Îlon 2017

Kurdistanmedia: PYD`ê kongireya xwe ya 7.mîn dest pê kiriye, û hevserokên xwe jî hilbijartine.

Li gora nûçegihaniyan,7.mîn kongreya PYD′ê bi beşdariya 450 nûneran, li Navenda Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlanê ya girêdayî navçeya Girkê Legê bi diruşma Ji Rojavaya Azad Ber Bi Federaliya Sûriyeya Demokratîk hate lidarxistin.

Di roja yekem ya civînê de, nûnerên çendîn hizb û saziyên siyasî gotarên xwe pêşkêş kirin, û piştre jî ew peyam hatin xwendin, ku ji bo kongireyê hatibûn şandin, ku yek ji wan peyaman, peyama PDKÎ bû.

Ji aliyekî din ve di roja duyem ya kongireyê de hevserokên nû ên PYD`ê hatin hilbijartin. Di vê hilbijartinê de, şahoz Hesen û Hêvî Mistefa cihê Salih Muslim û Asya Ebdulah girtin.

Hêjayî basê ye ku PDKÎ di vê peyama xwe de, ku ji vê kongireya PYD`ê re şandibû, daxwaz kiribû ku: “Xortên neteweya Kurd di hemû perçeyên kurdistanê de hevkarî û bihevrebûneke hêjayî xwe, ji xwe nîşan bidin, û di hemberî pilanên dijminan û neyarên Kurd de piştevanê hevdu bin, û bona pêkanîna kongireya neteweyî ya Kurd bi dûr ji berjewendiyên teng ên rêkxistinî pêngavan bavêjin, ku ew jî demekê ser digre ku hizb û rêkxirawên her perçeyekê digel hevdu, û Kurd li her perçeyekê digel Kurdên perçeyên din ên Kurdistanê ji kêşe û aloziyan bi dûr bin, û hekî pêwendiyeke qurs û qahîm bi hev re tunebin jî, lê aliyê kêm, pêwendiyeke asayî bi hev re hebin, û tu aliyek hewlê nede ku hejmoniya xwe bi ser aliyê din de bisepîne,û hevdu qebûl bikin, û berjewendiya giştî ya neteweya Kurd li serveyî berjewendiya rêkxiraweyî de bihê danîn, bi awayekî ku kurd li her perçeyekê de, xwe tê de bibîne, û di avakirin û birêvebirinê de rola xwe hebe, hekî netebahiyek jî hebe, di nava malbata mezin ya kurd de çareser bike, û nekeve nava rikeberiyekê de ku dijmin mifaha xwe jê wergirin”.