Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarê Seqizê bi alaya Kurdistanê hate xemilandin

13:13 - 29 Îlon 2017

Kurdistanmedia: Hevdem digel cejn û xweşiya xelkê Kurdistana Rojhilat bi boneya birêveçûna referandoma serxwebûna Kurdistana Başûr, endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Seqizê ew bajar bi alaya Kurdistanê xemilandin.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera Kurdistanmedia, endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Seqizê serbarê hebûna rewşa polîsî ku bi ser wî bajarî de zal bû, çendîn alayên kurdistanê di nava mal û dukanan de belav kirin.

Ew cihên ku çalakî tê de bi rê ve çûn ew ciyane bûn: Kanî Germkaw, Bilwara Terbiyet û Sêriya Berdbiran.

Herwisa Têkoşerên Demokrat şeva 4 li ser 5`ê Rezberê, li ser riya Kanîgermkaw dîwarek bi alaya sê reng xemilandine.

Her heman şevê evîndarên nîştiman alayeke 12 mêtrî ya Kurdistanê di qada “Hello” ya Seqizê hildan, ku di dema bilindkirina wê alayê de, dijîgeliyên rejîmê êrîşî ser ciwanan kirin, û di encam de şer û pevçûn rû da, û wezîfedarekî rejîmê bi giranî birîndar bû, û niha di nexweşxaneyê de hatiye razandin.

Piştî birêveçûna rêûresmên kêfxweşiyê li Rojhilata Kurdistanê bi boneya birêveçûna serkevtiyane ya referandoma serxwebûna Kurdistanê, rejîm bêçare maye, û rewşeke tewaw polîsî bi ser bajarên Kurdistanê de zal kiriye, bi awayekî ku di piraniya van bajaran de, hest bi hebûna rewşa awarte ya ranegehandî tê kirin.