Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tevgera Demokratîk a Kurdistanê serdana ofîsa Pêwendiyan a PDKÎ kir

13:15 - 29 Îlon 2017

Kurdistanmedia: Tevgera Demokratîk a Kurdistanê bi serperestiya Baran Bûskan serdana ofîsa Pêwendiyan a PDKÎ li Hewlêrê kir.

Roja Çarşemiyê 5`ê Rezberê heyeteke Tevgera Demokratîk a Kurdistanê bi serperestiya Baran Bûskan serdana ofîsa Pêwendiyan a PDKÎ li Hewlêrê kir, û ji aliyê heyeteke PDKÎ bi serperestiya Mihemedsalih Qdirî berpirsê ofîsa Pêwendiyan a PDKÎ ve bi germî hate pêşwazîkirin.

Di vê hevdîtinê de, Mihemedsalih Qadirî tevî bixêrhatinkirina mêhvanan, bas ji qonaxa nû ya xebatê di Rojhilata Kurdistanê de, û çalakiyên PDKÎ derheq xebata çiya û bajar de kir, û rabûna xelkê Rojhlata Kurdistanê wekî karvedana vê qonaxa nû ya xebatê zanî, ku mil bi milê hêzên siyasî xwedîtiya vîna neteweyî ya xwe dikin. Di vê serdanê de Baran Bûskan berpirsê heyeta mêhvan tevî baskirina ji referandoma serxwebûna Kurdistanê ronahî xiste ser rewşa Bakûra Kurdistanê.

Piştre heyeta herdu aliyan bas ji bûyerên di navçeyê de, û derfetên pêşberî Kurd, û pilanên dagîrkeran kirin, û yekrêzî û hevkariya di navbera hêzên siyasî ên Kurdistanê de, wekî garantiya serkevtinê dane zanîn, û derheq yekrêzî û hevkariya di navbera hêzên siyasî ên Kurdistana Başûr de, kêfxweşiya xwe eşkere kirin, ku serbarê zexta zêde, û pilanên neyaran, karîn piroseya referandoma serxwebûnê bi serkevtin ve bigehînin encamê.