Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îro referandom li Katalonyayê bi rê ve diçe

14:21 - 1 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Îro 1`ê Octoberê li herêma Katalonyayê referandom ji bo serxwebûna vê herêmê dest pê kir. Ew herêm di bakûra rojhilata Îspanyayê de ye. Dewleta navendî di Madrîdê de, bi tundî li dijî birêvebirina vê referandomê ye, û bi anîna hêzên xwe ên ewlekariyê hewl dide ku pêşiya birêveçûna wê referandomê bigre.

Berpirsyarên katalonyayê ragehandine ku wan 2300 binkeyên dengdanê amade kirine, û daxwaz ji xelkê xwe kirine ku dengê “Erê” bidin serxwebûna welatê xwe. Xelkekî zêde digel zarokên xwe li dewra binkeyên dengdanê kembereke mirovî ava kirine, û nahêlin ku hêzên ewlekariyê dest bi ser binkeyên wan ên dengdanê de bigrin. Herwisa xelkê vê herêmê bi sedan tiraktoran anîne derdora binkeyên dengdanê, da ku berevaniya ji dengderên xwe di hemberî her êrîşeke hêzên ewlekariyê de bikin. Lê pêdagirbûna hikûmeta Îspanyayê li ser daxistina binkeyên dengdanê renge bibe sedema pêkhatina şer û pevçûnên giran di vê herêmê de.

Yekem car di sala 1932`an de, rêberên vê herêmê, avakirina Komara Katalon ragehandin, û Îspanya jî razî bi dana mafê otonomiyê bi vê herêmê bû.

Lê dema ku Fransîs Firanko di sala 1939`an de deshilat bi dest ve girt, bi hezaran kesî îdam kir, û rêberên vê herêmê jî serkut kirin.

Lê piştî mirina Firanko cardin xebata ji bo serbixweyiyê dest pê kir.

Îspanyayê di sala 2006`an de, hinek deshilat dane herêma Katalonyayê, û xelkê wir jî wekî “netewe” bi nav kir, lê xelkê wir, ser vê baweriyê ne ku serbarê vê ku herêma wan, xwediyê %20 a berhemanîna nexalis a navxweyî ye, û beşa herî dewlemend ya Îspanyayê di warê pîşesaziyên wekî pîşesaziya hesin, xûrak, dermanan û pîşesaziya kîmyayî ye,û di biyavê torîsmê de jî dahateke baş heye, lê hikûmeta Îpanyayê heqê wan nadê,û wan diçewsîne.

Serokwezîrê Îspanyayê “Maryano Raxûy” ew referandom ne yasayî bi nav kiriye, û ragehandiye ew yek dikare encameke xirap bo welatê wan li pey xwe hebe.

Di sala 2014`an de referandomek ji bo serxwebûnê di herêma Katalonyayê de bi rê ve çû, ku rêberên vê herêmê, ew referandom wekî rapirsiyeke nefermî bi nav kirin, wê demê tenê 1 li ser 3 ji wan kesên ku mafê dengdanê hebûn, tê de beşdarî kirin, û %80 ji beşdaran dengê “Erê” dane serxwebûna Katalonyayê. Di hilbijartina parlemanî ya sala 2015`an de jî,partiyên cudahîxwaz %48 a dengan di hemberî partiyên alîgirê Hikûmetê de bi dest xistin.
YE ragehandiye ku hekî Katalonya serxwebûna xwe ragehîne, nikare her di cih de bibe endam di YE de, belkû dibe hemû qonaxên endametiyê bibire.

Carles Puigdemont serokê Herêma Katalonyayê ragehandiye ku encama fermî ya referandoma serxwebûnê, hewcehî bi 5-10 rojan heye, lê piştre hekî dengê Belê serkevt, piştî 48 demjimêran ewê serxwebpna xwe ragehînin, û wê dest bi qonaxa guherînkariyan bikin.

Hêjayî basê ye ku her piştî ragehandina encama referandoma serxwebûna Herêma Kurdistanê, serokê Herêma Katalonyayê pîrozbahî li Mes`ûd Barzanî kiribû.

Serbarê vê ku di Herêma Kurdistanê de jî, zêdetir ji %92 ji xelkê Kurdistanê deng dan eserxwebûnê, lê hikûmeta Navendî ya Îraqê jî wekî Îspanyayê, referandomê û encama wê qebûl nake.