Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balafirên Sûriyê 28 sivîl kuştin

14:38 - 1 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Di encama êrîşeke esmanî ya balafirên ser bi hikûmeta Sûriyê, 28 kesên sivîl, ku zarok jî di nav de hebûn, hatin kuştin.

Saziya Çavdêr a Mafê Mirovan a Sûriyê ragehand ku ew êrîş di derdora gundê Armanaz ya ser bi Idlibê di çend km sînorê Tirkiyê de bûye. Mosko û Demişqê ragehandine, ku ew tenê çekdaran dikin armanc, lê di êrîşên wan de gellek caran sivîl têne kuştin.

Herêma Idlibê di destê girûpên cur bi cur ên çekdar de ye, ku hem li dijî hikûmeta Beşar Esed şer dikin, û hem jî carna li dijî hev şer dikin.

Eva çend hefte ye ku li Idlibê şer berdewam dike, û ew şer wê demê dest pê kir ku çekdarên dijî Beşar Esed êrîşî ser bingehên arteşa Sûriyê li bakûra rojavayê Sûriyê de kirin.

Hinek ji girûpên ser sînorê Idlibê ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve têne piştevanîkirin, û hikûmeta Tirkiyê wan girûpan wekî çekdarên Îslamî ên nermrev bi nav dike.