Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja emeliyata Nobarê hate bîranîn

14:55 - 1 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Bi boneya bibîranîna roja emeliyata “Nobar” a li hemberî tarîperestên rejîma Îranê, di bajarê Bokanê de, çalakiyên tebilîxî hatin lidarxisitin.

Li gora nûçeya gihîştî bi malpera Kurdistanmedia, endam û alîgirên PDKÎ bi boneya emeliyata qeremanane a hêzên pêşmerge yên kurdistanê, li bajarê Bokanê û bi girtina binkeya leşkerî a “Nobar” a ser bi bajarê Bokanê, çalakiyên tebilîxî bi rê ve birin.

Di vê çalakiya tebilîxî de, qehremanên Demokratê di roj Înê 7`ê Rezbera 1396`an de, li ser girê gundê Hebasava ya di navbera girê Qebran, Enbara xarê û Daşbend, bi boneya bîranîna, emeliyata Nobarê, alayeke mezin a Kurdistanê hildan.

Di emeliyata Nobarê de, pêşmergên PDKÎ di şer û pevçûnekî qehremanane de, karîn ku binkeyeke leşkerî a Nobarê bixin jêr kontrola xwe de, û hêzên dagîrker yên dijimin şikest bidin.